Dev ji vê sûcê berdin û hevalên me demlidest serbest berdin

Dev ji vê sûcê berdin û hevalên me demlidest serbest berdin

13/02/2024

 

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
(Dev ji vê sûcê berdin û hevalên me demlidest serbest berdin)

Li bajarê Îzmîrê vê serê sibê polîsan avêtin ser malên rojnamevanan û 6 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nuçegihanê Rojnameya Duvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara çapemeniya DEM Partiyê Fatma Fûnda Akbûlût piştî hatin binçavkirin tê gotin ku ew birine şaxa TEM’ê.

Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye em nizanin rojnamevan bi çi têne sûcdarkirin. Lê belê em vê yekê bi hêsanî dikarin bînin ziman ku hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî rastî muameleyeke wisa hatine. Bi vê operasyona dawî jî hat fêmkirin ku tê xwestin zextên li ser rojnamevanan bê zêdekirin û berdewam bike. Rojnamevanên ku barê ragihandina gel li ser milê wan e tê xwestin ku bêne bêdengkirin. Armanca wan ew e ku kesên heqîqetê diqîrin, dengê xwe bilind dikin, dinivisînin, xêzdikin, dibêjin bê bandor bikin û civakê ber bi taritiyê ve bibin. Lê belê rojnamevanên ku rastiyê dibêjin nikarin bi vê şêwazê bidin rawestandin. Rojnamevanên bi rûmet wê her tim li dûv heqîqetê bin.

Divê bê zanîn ku #RojnamevanîNeSûce! Yên ku sûcdar in ew in, ango yên ku bi şêwazeke bêperwa êrîş dikin. Em dibêjin dev ji vê sûcê berdin û hevalên me demlidest serbest berdin. #JiRojnamevananReAzadî