Ev êriş nikarin çavên kedkarên çapemeniya azad bitirsînin

Ev êriş nikarin çavên kedkarên çapemeniya azad bitirsînin

                     JI ÇAPEMENIYA AZAD Û RAYA GIŞTÎ RE

           (Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin!)

 

Em îro bi serdegirtin û operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnamevan û saziyên çapemeniyê hişyar bûn. Polîsan nîvê şevê bi ser studyonên navendî yên nûçeyan ên Stêrk TV û Medya Haberê yên li Belçîkayê de girtin. Di serdegirtinan de gelek malzemeyên her du televizyonan hatin desteserkirin.

Ji bilî vê operasyona li Ewropayê pêk hat li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad jî di saetên serê sibê de li Stenbol û Enqereyê operasyon hate lidarxistin. Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan hate binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de jî nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras,Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şirîn Ermîş hatin binçavkirin.

Di serî de em dixwazin diyar bikin ku em weke tesadufî nabînin ku saziyên çapemeniya kurd û rojnamevanên kurd rojek piştî 22’yê Nîsanê ku Roja Rojnamevanên Kurd e careke din bûne hedef.

Her wiha wê xelet be ku mirov van operasyonan ji pêvajoya siyasî serbixwe binirxîne. Xuya ye desthilata siyasî ya tabloya ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê derket holê ranagire, plan dike ku xetimandina xwe ya siyasî careke din bi êrişên li dijî gelê kurd derbas bike. Gava yekem a vê yekê jî wekî her carê berê xwe da xebatkarên Çapemeniya Azad û dezgehên ragihandinê. Em weke DFG êrişên li Belçîka, Enqere û Stenbolê li dijî saziyên çapemeniyê û xebatkarên çapemeniya azad pêk hatin bi tundî şermezar dikin.

Ji bo me cihê fikaran e ku êrîşên li ser çalakiyên rojnamevaniyê ber bi Ewropayê ve diçe. Welatekî Ewropayê ku her tim ji bo azadiya raman û îfadeyê pesnê xwe daye, niha jî parçeyek ji êrîşên ku hempîşeyên me dike hedef e. Ev jî tê wê wateyê ku nêzîkatiya Ewropayê ya li demokrasî, azadiya raman û îfadeyê ji nîqaşê re vekirî ye. Di vê çarçoveyê de Em dixwazin destnîşan bikin ku em ê li dijî operasyonên pêk hatine bêdeng nemînin.

Em dixwazin bê zanîn ku; Em ê bi taybet polîtîkayên şerê taybet, hemû polîtîkayên ku demokrasî û azadiyan hedef digire, weke pêwîstiyeke pîroz a xebatên me yên rojnamegeriyê teşhîr bikin û heqîqetê ji rayagiştî re ragihînin. Em bang li desthilatê dikin; Bizanin ku ev êriş nikarin çavên kedkarên çapemeniya azad bitirsînin. Êdî dest ji van êrişên bi vî rengî berdin.

Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hemû hempîşeyên me yên hatine binçavkirin demildest bên berdan û banga hevgirtinê li hemû hevalên xwe yên rojnamevan ên ku têkoşîna derxistina holê ya rastiyan didin.

 

KOMELEYA ROJNAMEVANAN A DÎCLE FIRATÊ (DFG)