
Di salên 1990’î de gelek endamên çapemeniya azad hatin revandin û kuştin. Yek ji rojnamegerên ku hate kuştin Sayfettîn Tepe bû. Sayfettîn piştî ku biraziyê wî û nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, di 28ê Tîrmeha 1993’an de li Bedlîsê hate revandin û kuştin, wî jî di nav xebatên rojnamegeriyê de cihê xwe girt. Wî erkên Ferhat girt ser xwe
Sayfettîn Tepe di 25’ê Tebaxa 1995’an de li Êlîhê hate binçavkirin û ji wir birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê. Polîsan îdia kir ku Tepe xwe kuştiye lê malbata wî diyar kir ku Tepe di binçavan de hatiye kuştin. Sayfettîn Tepe pismamê Ferhat Tepe ku nûçegihanê Bedlîsê yê Rojnameya Ozgur Gundemê yê di 28’ê Tîrmeha 1993’an de hatibû revandin û kuştin bû. Tepe, di salên 1990’î de ji ber weşandina gelek dosyayên veşartî ji aliyê polîsan ve hedef hatibû nîşandan. Tepe, di Îlona 1993’yan de li Edene û Dîlokê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Dema ku hat kuştin, ew li Êlîhê nûçegihanê Yenî Politikayê bû. Malbatê di sala 1996’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê serlêdana malbatê di 20’ê Adara 1996’an de qebûl kir lê di 13’ê Nîsana 2004’an de red kir. 26 sal in kujerên Sayfettîn Tepe nehatine dîtin û cezakirin.
Mehmet Şenol jî yek ji rojnamegerên ku di vê serdema tarî de hatiye kuştin bû. Wî li buroya kovara “Ber bi 2000’an ve (2000’e Dogrû)” ya li Amedê dest bi rojnamegeriyê kir. Mehmet Şenol di havîna 1991’an de tev li nav xebatên Yenî Ulkeyê bû. Piştî kuştina Hafiz Akdemir, Mehmet Şenol ku li dijî banga rêveberiya Ozgur Gundemê ya "aramiyê" derket, ji bo demekê ji bo buroya Wanê re hate şandin. Pişt re hate Amedê û li vir hate girtin. Mehmet Şenol yekem rojnamegerê ku bikaranîna Hîzbûllahê ya ji aliyê JÎTEMê ve eşkere kir. Di nûçeyeke ku çêkir de wî rastiya ku kontr-gerîla di bin banê Hîzbûllahê de xwe rêxistin dikin, li gel wêneyekî Huseyîn Velîoglû eşkere kir. Şenol nûçeya ku weşandî pêşkeşî serokê buroya Amedê yê Kovara “Ber bi 2000’an ve” Halît Gungen kir. Nûçe di 16’ê Sibata 1992’yan de di kovara “Ber bi 2000an ve” de bi serenavê "Hîzbûllah li navenda Hêza Çevîkê tê perwerdekirin" hat weşandin. Di 30’ê Tebaxa 1994’an de dema ku bi 10 hevalên xwe re di navbera Hezro û Pasûrê de ber bi çiyayan ve diçû, li nêzî gundê Rêşaneyê ketin kemînekê û hate kuştin.
Yek ji rojnamegerên ku di meha Tebaxê de hate kuştin jî, belavkarê rojnameyan Hidir Çelîk bû. Çelîk, ku di 23’yê Tebaxa 1994’an de hat kuştin, belavkarê Rojnameya Ozgur Ulkeyê bû.
Wekî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê em ê piştgiriyê bidin têkoşîna rojnamegerên ku jiyana xwe ji bo rastiyê feda kirine. Ji bo ku rastî di tariyê de nemînin em ê heta dawiyê şopdarên doza wan bin.