Rojnamegerên di bin çavan de demildest serbest berdin!

Rojnamegerên di bin çavan de demildest serbest berdin!

05/04/2024

 

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
(Rojnamegerên di bin çavan de demildest serbest berdin!)

Rejîma AKP-MHP'ê ya zextxwir, di her bûyerên civakî de tundiyê li rojnamegeran dike. Rejîma AKP-MHP'ê ev tundî kiriye wekî adetekê. Îktidara ku tevî hemû hewldanên xwe nikare rastiyan veşêre, ji aliyê êrişa li ser xebatkarên çapemeneniya azad ên di warê ragihandina rastiyê de bi biryar in,  paşde nasekine. Hema bêje di her bûyerên civakî de vê yekê dubare dike. Hevalên me yên li qadê raste rast dike hedef û bi vê re dibe sedem ku êrişê bi destên polîsê xwe pêk bîne. Polîsên îktidarê li qadan li rojnamegeran didin.

Herî dawî piştî hewldana xespa îradeyê ya li Wanê rojnamegeran çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî xespkirina îradeyê şopandin û li vir jî bi heman êrişê rû bi rû man. Gelek hevalên me bûn hedef û bi êrişa polîsan rû bi rû man. Rojnameger bûn hedefa bombeyên gazê û guleyên plastîk. Hinek bi tundiya polîsan rû bi rû man, polîsan bi zorê dîmenên rojnamegeran kişandibûn, jê birin. Li Wanê û li Stenbolê hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin.

Li Wanê û Stenbolê di xwepêşandanên ji bo piştevaniyê de rojnamegerên geşedanên dawî li cihê wê dişopandin dîsa bûn hedefa polîsan. Li Wanê nûçegîhana NûJinhayê Medine Mamedoglu hat binçavkirin û piştre hat berdan. Li Esenyurta Stenbolê nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgin, nûçegîhana Ajansa Pir Haber (PÎRHA) Dîlan Şimşek, nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê  Sema Korkmaz, nûçegîhana Arti Gerçekê Muzeyyen Yuce û li Kadikoyê jî nûçegîhana SiyasiHaber.Org Zilan Azad û Yeşim Dokur dema çalakiya jinan a ji bo piştevaniya Wanê dişopandin hatin binaçavkirin. Zilan Azad û Yeşim Dokur hatin berdan. 4 rojnameger jî hîn di bin çavan de ne û tê payin îro derkevin edliyeyê.

Dîmenên binçavkirina rojnamegeran ket rojava raya giştî. Ji aliyê gelek polîsan ve tundî li wan hatin kirin û hatin binçavkirin. Ji vana yek jê jî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgin e. Polîsan êşkence li Ferhat Sezgin kirin û pozê wî şikandin. Hevalên me yên rojnameger ên din jî di dema binçavkirinê de bi tundiyê rû bi rû man

Ev rewş me dixe nava fikaran û me bi hêrs dike. Raste rast ewlehiya canê hevalên me dikeve nava talûkeyê. Lê belê divê polîs û leşkerên li wir di destpêkê de ji bo ewlehiya canê hevalên me hewl bidin. Lê belê polîs û leşker bi awayekî bêperwa êrişî hevalên me yên rojnameger dikin. Polîtîkayên bêcezahiştinê, polîs kirine mîna alavên îşkenceyê. Li kolanan lêdana kuştinê li mirovan dikin û kes ji vê yekê re nabêje bisekine. Lê belê em vê yekê qebûl nakin. Ev tundiya polîs û leşkeran darbeya herî mezin a li hember azadiya çapemeniyê ye. Îktidar û polîsên di bin fermana îktidarê de divê demildest dev ji van êrişana berdin û ji bo ewlehiya canê rojnamegeran hewl bidin. Her wiha divê her kes xwedî li kedkarên çapemeniyê yên dibin deng, guh û çavên gel, derkeve. Divê rojnameger bi destên îşkenceyê neyên berdan. Em ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên êriş li wan hatine kirin, hatin binçavkirin û birîndar bûn dibêjin derbas bûyî be. Em daxwaz dikin ku hevalên me yên rojnameger demildest bên berdan.

KOMELEYA ROJNEMGERÊN JIN A MEZOPOTAMYAYÊ (MKG)
KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ (DFG)