DFGê Generalên Biçûk ên Apê Mûsa bi bîr anî

20 Kasım 2026
DFGê Generalên Biçûk ên Apê Mûsa bi bîr anî
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi daxuyaniyeke nivîskî belavkarên rojnameyan ên ku di meha Mijdarê de hatine qetilkirin bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Adil Başkan di 9ê Mijdara 1993yan de li Nisêbînê, Yalçin Yaşa di 10ê Mijdara 1993yan de li Amedê, Kadîr Îpeksurer di 19ê Mijdara 1993yan de li Rihayê, Halîl Adanir di 21ê Mijdara 1992yan de li Êlihê, Adnan Işik di 27ê Mijdara 1993yan de li Wanê û Nihat Yakut di 27ê Mijdara 1998an de li Amedê hatine qetilkirin.

Daxuyaniya DFGê bi vî rengî ye:

“Em qala heyamek tarî û rojên bi xwîn dikin. Di vê heyama tarî de tevî şertên dijwar jî belavkarên rojnameyan bêtirs û bêşik ji bo ku rastiyê bigihînin gel, her roj li kolanan bûn û di refên pêş ên têkoşîna çapameniya azad de cihê xwe digirtin. Belavkarên rojnameyan ango bi gotinek din Generalên Biçûk ên Apê Mûsa di salên 1990î de tevî gefxwarinê, zextan û êrişan jî rojnameyan gel û di vê oxirê de jî canê xwe ji dest dan.

Meha Mijdarê yek ji wan mehan e ku herî zêde belavkarên rojnameyan têde hatin qetilkirin. Em carek din hevalên xwe yên ku di têkoşîna çapameniya azad de li meha Mijdarê hatine qetilkirin, bi bîr tînin. Halîl Adanir di 21ê Mijdara 1992yan de li Batmanê, Adil Başkan di 9ê Mijdara 1993yan de li Nisêbînê, Yalçin Yaşa di 10ê Mijdara 1993yan de li Amedê, Kadîr Îpeksurer di 19ê Mijdara 1993yan de li Rihayê, Adnan Işik di 27ê Mijdara 1993yan de li Wanê û Nîhat Yakût di 27ê Mijdara 1998yan de li Amedê hatin qetilkirin.

Belavkaran bedelên mezin dan 

Belavkaran ne tenê rojnameyan, mafê wergirtina nûçeyan a gel û heqîqetê jî belav dikirin û ji gel re dibirin. Van hevalên me ku em wan weke Generalên Biçûk ên Apê Mûsa pênase dikin, ji bo ku kevneşopiya çapemeniya azad bigihîje van rojan bedelên mezin dan. Ji Halîl Adanir heta Kadrî Bagdû têkoşîna 17 hevalên me yên belavkar bûne yek ji parçeyên nejibîrkirî yên dîroka çapemeniya azad.

Em weke Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) hemû belavkarên rojnameyan ku ji bo heqîqetê bigihînin gel û di vê oxirê de canê xwe ji dest dane, bi rêzgirtin û hesretek mezin bi bîr tînin. Em carek din destnîşan dikin ku em ê her dem layîqî bîranîna wan bimînin û têkoşîna çapemeniya azad bidomînin.”