
Serlêdanên 33’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kir. Îsal cara yekemîn dê ser navê Huseyîn Aykol “Xelatên Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” bên dayîn.
Serlêdanên 33’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ya ku ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê DFG’ê tê lidarxistin, dest pê kir. Pêşbirka ku bi dirûşma “Heqîqet teqez rêya xwe dibîne” tê lidarxistin, îsal dê ji bo bibîranîna rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku jiyana xwe ji dest da “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” bê dayîn. Serlêdan heta 5’ê Îlonê dê berdewam bike.
DFG’ê têkildarî serlêdanan daxuyaniyek weşand û ev tişt got “33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku ji bo zindîgirtina bîranîna çinarê çapemeniya Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), bibîranîna rojnamegerên ku di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane û xuyakirina keda rojnamegerên li pey heqîqetê tê lidarxistin, îsal di pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de pêk tê.”
Di metna daxyaniyê de wiha hat gotin: “Ev xelatên ku xwedî dîrokeke zêdetirî sih salan e, ji bilî organîzasyoneke ku tenê serkeftinên pîşeyî xelat dike, wekî hevdîtineke giring a ku hafizeya kevneşopiya çapemeniya azad a li Tirkiye û Kurdistanê zindî dihêle ye. Ev xelat, nûnertiya bîra hevpar û berxwedana kesên ku tevî hemû zext, sansûr, binçavkirin û girtinan dest ji rojnamegeriyê bernedane, dike. Di salên borî de xebata ku sedan rojnamegeran bi pênûs, wênekêş û kameraya xwe danîne holê bi rêya van xelatan gihiştiye raya giştî û têkoşîna rojnamegerên ku mafê gel ê xwegihandina nûçeyan diparêzin hatiye xuyakirin. Ev kevneşopiya ku bi hişmendiya Apê Mûsa ya “Heqîqet teqez rêya xwe dibîne” şîn bûye, îro jî rêya kedkarên çapemeniya azad ronî dike. Ev xelatên ku di serdemeke her ku diçe zêdetir zext li rojnamegeriyê tê kirin, gelek rojnameger tên darizandin, girtin û ji ber xebatên xwe hedef tên girtin de tên lidarxistin peyameke xurt e ku nîşan dide heqîqet nayê bêdeng kirin.”
DÎROKA DAWÎ YA SERLÊDANÊ 5’Ê ÎLONÊYE
Encamên pêşbaziya ku îsal di pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê de tê lidarxistin, dê di 15’ê Îlonê de werin aşkerekirin. Dîroka dawî ya serlêdanê 5’ê Îlonê ye. Li aliyê din, merasîma xelatan jî dê îsal di salvegera qetilkirina Apê Mûsa de, anku di 20’ê Îlonê de li Amedê were lidarxistin.
Em hemû rojnamegerên ku li pey heqîqetê diçin û mafê gel ê xwegihandina agahiyan diparêzin vedixwînin vê pêşbaziya watedar. Di serî de Mûsa Anter, hemû kedkarên çapemeniyê yên ku di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane bi rêz, hesret û minnet bi bîr tînin.
ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ
Şert û mercên ku ji bo pêşbaziyê hatine diyarkirin wiha ne:
* Her kesê ku xwedî berhemeke mercên teknîkî yên şertnameya Pêşbaziya Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi cih bîne, dikare tev li bibe.
* Endamên desteya hilbijartinê (jurî) û kesên di desteya amadekar de cih digirin, nikarin tev li pêşbaziyê bibin.
* Divê berhemên ku tev li pêşbaziyê dibin berê nehatibin weşandin an jî piştî dîroka 5’ê Îlona 2025’an hatibin weşandin.
* Di Beşa Nûçeyên Kurmancî de, dikarin bi hemû zaravayên Kurdî tev li bibin.
* Berhemên ku ji pêşbaziyê re tên şandin divê li gorî pîvanên rojnamegeriyê hatibin amadekirin, nirxa nûçeyê tê de hebe, berjewendiya civakî biparêze û xebateke xwerû ya rojnamegeriyê be.
* Beşdar tenê dikare bi wan berhemên xwe tevli bibe ku berê an jî bi awayekî hemwext di tu pêşbaziyeke din de xelat, xelata mansiyonê an jî mafê pêşandanê negirtibe.
* Heke bê tespîtkirin ku berhemek berê di vê pêşbaziyê de an jî di pêşbaziyeke ku bi awayekî hemwext hatibe lidarxistin de xelat girtiye, der barê beşdar de pêvajoya binpêkirina qaideyan tê meşandin û xelata wî/wê tê betalkirin.
* Heke xelat hatibe girtin, divê ji aliyê beşdar ve were îadekirin. Ev rewş ji bo beşdarên din mafê daxwazê ava nake. Her wiha kesên ku berhemên ne yên wan wekî yên xwe nîşan bidin û juriyê bixapînin, ji aliyê juriyê ve ji pêşbaziyê tên derxistin.
* Tê qebûlkirin ku hemû beşdarên berhemên xwe ji pêşbaziyê re dişînin, şertên di şertnameyê de pejirandine. Kesên li gorî van mercan tevnegerin, li derveyî pêşbaziyê tên girtin.
* Heke berhem nehatibe weşandin; navê berhemê, cih û dema ku lê hatiye kişandin an xêzkirin; heke hatibe weşandin jî navê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û dîroka weşanê tevî kopiyeke agahiyên weşanê divê di dosyayê de cih bigire.
* Divê beşdar; kurtejiyana xwe, navnîşana ragihandinê, nivîsa agahdariya têkildarî berhemê û wêneyekî xwe li dosyaya serlêdanê zêde bikin.
* Berhemên ku tên şandin paşve nayên dayîn û desteya amadekar dikare van berheman di organên weşanê yên ku diyar dike de biweşîne.
BEŞÊN PÊŞBAZIYÊ Û FORMATÊN ŞANDINÊ
* Beşdar dikarin di kategoriyên mîna polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzişê de bi xebatên xwedî nirxa nûçeyê tev li bibin.
* Heke nûçeyên ku dê tev li pêşbaziyê bibin di çapemeniya nivîskî de hatibin weşandin di formata PDF de, heke di medyaya înternetê de hatibin weşandin di formata Wordê de dikarin ji navnîşana e maîlê re werin şandin.
* Beşa Wêneyan: Di quncika çepê ya jêrîn a aliyên piştê yên xebatên pêşkêşî pêşbirkê hatine kirin de wê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê xebatê bi etîketekê bê nivîsandin. Divê dem, cîh û navê nûçeya ku wêne lê hatiye kişandin were diyarkirin. Di beşa wênekêşiyê de divê rehendê berheman, aliyê kurt herî kêm 2000 pîksel, di formata JPG’ê de di 300DPİ mp û di kalîteya tengkirina 12’yan de bê pêşkeşkirin. Heke desteya amadekar pêwîst bibîne dikare daxwaza wêneyê orjînal (Raw) bike. Wêneyên ku li ser hatine leyîstin û bi awayekî ku rastiya wî hatibe guhertin (ji bilî ronahî, reng, eyarên kontrastê) dê neyên nirxandin. Wêne di formata JPGê de dikarin ji navnîşana e maîla li jêr hatiye diyarkirin re bên şandin. Divê wêne “wêneyên nûçeyan” bin.
Beşa Karîkatur: Navê berhemê dê li quncê çepê yê jêr ê pişta karîkatûrê bi etîketekê were nivîsandin. Xêzkar di teknîka xwe de azad e, lê divê berhem orîjînal bin. Bi şertê ku ji aliyê hunermend ve hatibe îmzekirin (îmzeya bihibr), berhemên çapê yên dîjîtal tên qebûlkirin. Mezinahiya karîkatûran herî kêm A4 (21 cm x 29,7 cm) û her herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û li ser tu zemînekî nehatibe zeliqandin. Karîkatur dikarin di formata JPG de ji e-maila diyarkirî re werin şandin.
Beşa Dîtbarî (Nûçeya bidîmen): Divê berhemên ku werin şandin di televîzyon, televîzyona înternetê, ajansa nûçeyan, platformên nûçeyan ên dîjîtal an jî mecrayên rojnamegeriya serbixwe de hatibin weşandin û xwedî taybetmendiya nûçeyê bin. Ligel berhemê; nav-paşnavê xwediyê berhemê, navê berhemê, mecrayê weşanê, dîroka weşanê, mijara nûçeyê û agahiyên cih û demê divê werin nivîsandin. Berhem divê di formata MP4, MOV an jî MPEG de bin, mînîmum bi qalîteya Full HD (1920x1080) û divê bi qalîteya orjînal a weşanê bên şandin. Divê video herî zêde 15 deqîqe be. Xebatên dirêjtir tenê bi erêkirina jûriyê dikarin werin nirxandin. Di pevbestîn, sererastkirina deng, reng û ronahiyê de destwerdan azad e, lê zêdekirin an derxistina kes, tişt an bûyeran a ku rastiya nûçeyê biguherîne, sedema derxistina ji pêşbaziyê ye. Berhem dikarin bi rêya "WeTransfer" ji navnîşana e-posteyê re werin şandin. Divê berhem xwedî taybetmendiya nûçeya dîtbarî û bidîmen be û berhemê xebatên rojnamegeriyê be.
XELATA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YA HUSEYÎN AYKOL
Îsal yekem car, li ser navê kedkarê Çapemeniya Azad û mamosteyê rojnamegeriyê Huseyîn Aykol ê ku di 31’ê Kanûna 2025’an de wefat kir, “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” dê were dayîn. Ev xelat ji aliyê desteya amadekar û bi pejirandina jûriyê ve tê diyarkirin. Xelat dikare ji kes, sazî û rêxistinên ku di qada azadiya çapemeniyê, mafên mirovan û azadiyan de bi xebatên xwe derketine pêş re were dayîn.
ENDAMÊN JÛRIYÊ
Jûriya Nûçeyên Tirkî: Alî Dûran Topûz, Candan Yildiz, Farûk Bîldîrîcî, Mahmût Bozarslan, Ozlem Akarsû Çelîk, Serdar Altan.
Jûriya Nûçeyên Kurdî: Botan Germiyanî, Elîf Can Alkan, Mehmet Alî Ertaş, Munever Karademîr, Turabî Kîşîn, Zinar Yildiz.
Jûriya Nûçeyên Dîtbarî (Vîdeo): Banû Guven, Heval Arslan, Kazim Kizil, Kesîra Onel, Tûrgût Dedeoglû.
Jûriya Wêne: Abdurrahman Gok, Aylîn Kizil, Bulent Kiliç, Gulşîn Ketencî, Mehmet Masum Suer, Ozcan Yaman.
Jûriya Karîkatûr: Asli Alpar, Erceren, Ronî Batte.
NAVNÎŞANÊN SERLÊDANÊ
* e-posta: apemusaozgurbasin@gmail.com
* Telefon: 0 (530) 186 80 76
Navnîşan: Kooperatifler Mah. Ofis Sanat Sokağı, Halitoğlu Sanat Apt. Dışkapı No:17, İçkapı No: 3, Yenişehir / AMED