Cengiz Doğan
Bi hêvî û daxwaza ku hûn hemû kedkarên Ragihandina Azad baş û silamet bin; Silav, rêz û hezkirinên xwe pêşkêş dikim, di hemû kar û xebatên we de serkeftinên bê dawî dixwazim.
Min nameya ku we di 11.10.2021’ê de ji min re rêkiribû bi dilşadî girt û bi serbilindî xwend. Gelek spas, kêfxweş û şanaz bûm. Ji bo avabûna saziyeke wekî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê we hemû hevalên ku keda wan tê de heye pîroz dikim, serkeftinê dixwazim. Bi vê wesîleyê ji niha ve salvegera damezirandina duyemîn (Çile 2022) a komeleyê li we, li hemû xebatkarên Çapemeniya Azad û li me hemû rojnameger û kesên dildarên Ragihandina Azad pîroz be, pîroz û bimbarek be! Hêvîdarim ku ji bo Ragihandina Azad tim û tim dengê we bilind û zindî be û hûn bibin dengê rojnamegerên girtî jî.
Elbet sazî û komeleyên bi vî rengî li welatê me û li vê erdnîgariya ku em lê dijîn pêwîstiyeke girîng û jêneger e. Lewra li ser navê ragihandina objektif, bêalî, azad, demokratik, serbixwe û wêrek hema bêje saziyê ku di vê xeta azad de kar dikin hemû hatine girtin, qedexekirin û astengkirin. Lewre jî ji sazî û weşanên nivîskî bigire heta yên bihîzyarî û dîtbariyê (îşîtsel ve görsel) û kanalên tv’yê yên li welatê me tev li ser xeta desthilatdariyê û wekî medyaya desthilatdariyê weşanên xwe dikin. Ji rastiyê zêdetir bi hestên nijadperest û dewletparêziyê rastiyê berovajî dikin û mafên gel ên Ragihandina Azad û rasteqîn binpê dikin. Lewra jî ji bo ku we berpirsyariyek wilo watedar, girîng û giranbuha girtiye ser milên xwe careke din we pîroz dikim.
We li ser rewşa min hin agahî xwesti bûn. Bi kurtasî dikarim wilo qala doza xwe û rewşa girtîbûna xwe bikim:
Min di sala 2003’yan de li Nisêbîna Rengîn (Malbata min hemû li Nisêbînê dimîn e û ez jî ji Nisêbînê me) dest bi xebatên rojnameya heftane ya Azadiya Welat kir. Di heman demê de min xebatên demokratîk ên ciwanan jî dimeşand. Ji ber xebatên rojnameyê û ciwanan di sala 2003’yan de hatim girtin û piştî salekê hatim berdan. Di sala 2004’an de min û komek hevalên ciwan li Nisêbînê rojnemeyeke heftane ya bi kurdî-tirkî ya bi navê “Mavî ve Kent (Şîn û Şahr)” derxist. Ez bi xwe gerînendeyê karê nivîsan ê vê rojnameyê bûm. Ji ber xebatên Rojnameya Mavî ve Kent piştî salekê (2005) hatim girtin û di derheqê hemû hejmarên rojnameyê de doz li min hat vekirin. Gelek dozên min didomin û ez aqûbeta wan nizanim. Di sala 2006’an de dadgehê ji bo di rojnameyê de me îlanên şehîdan, nûçeyên li ser Kurd û Kurdistanê û ji bo di rojnameyê de bi karanîna hin peyvên wekî “Serokê Gelê Kurd, Hêzên Parastina Gel, Kurdistan, Birêz, Gerîla” û hwd. salek û şeş meh û bîst roj ceza dan min û ez hatim tehliyekirin. (Niha aqûbeta wê dozê çi bû nizanim, lewra dosa çû dadgeha bilind!) Piştî ku hatim berdan min dîsa xebatên rojnamegeriyê domand. Dema ku min ji bo nûçeyên merasîma cenazeyekî dişopand dîsa bi awayekî derhiqûqî hatim girtin û 6 mehan girtî mam. (Aqûbeta vê dozê jî nizanim)
Heta sala 2009’an ku ez hatim girtin ji min xebatên rojnamegeriyê wekî karekî sereke di “Mavî ve Kent”ê de wekî nûçegihan û gerînendetiya karên nivîsan domand. Me nêzî 60 hejmar rojname derxist. Ji ber ku em dihatin girtin, ji neçarî dem bi deme çapkirina rojnameyê dida sekinandin. Lewra hema bêje ji bo her hejmareke rojnameyê doz dihat vekirin an jî aliyê emniyet û dozgeriyê em dihatin “Hişyar kirin!” Ango zext û astenginyên siyasî-ewlehî-aboriyê derdixistin pêşiya me û ji neçarî me çapkirina rojnameyê di dawiya sala 2008’an de da rawestandin. Lê belê min xebatên xwe yên rojnamegerî û siyasî domandin û di nîsana 2009’an de ji ber van xebatên xwe ji dozên “KCK Mardîn” û “KCK Şirnex”ê hatim girtin û ji wê deme veye girtî me. Di encamê de cezayên giran li me barandin. Tevî hin dosyayên min ên ji sala 2003’yan û heta ya 2009’an bi giştî 21 sal ceza li min birî ne û niha hukumxwarim. Îca ev jî ne bes bû; di sala 2020’an de min 3 cezayê dîsîplînê û hucreyê girt. İnfaza min jî şewitandin. Ango ji ber şewitandina înfazê tam 5 sal cezayê min zede bû. Ango tehliyeta min a asayî 2023 ye! Lê ji ber ku 3 cezayê hucreyê dane min infaza min şewitandin û tehliyeya min taloqî tebaxa 2028’an kirin. Erê wele rewşa dosyayên min û cezayên ku dane wilo ye. Parêzerê min …… (ji Baroya Amedê) bû, lê belê wî jî dosyaya min baş neşopand, baş li ser nesekinî û ji ber ku di demê de encama Dadgeha Mekeqanûnê ji min re ranegihand, mafê min ê serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewopayê (DMME) jî ji dest çû. Hûn jî dizanin demeke serlêdana DMME’yê heye. Lê mixabin ji ber ku parêzer bi berpirsyarî tevnegeriya û min agahdar nekir min nekarî serî li DMME’yê bidim. Ji ber vê sedemê careke din hîn bûm ku parêzerên me berpirsyariya xwe ya huqûqî bi cih naynin. A rast ev pirsgirêkeke sereke ya hemû zindanan e.
Îca niha li girtîgehê (Li her girtîgehê) zext, pêkûtî û binpêkirinên mafan û mexdûriyetên mezin çê dibin. Wekî mînak; ji ber cezayên dîsîplînê yên hucreyan (3 hucre) înfazên me tên şewitandin. Ew jî dibe sedem ku em 5-6 salan zêde razên.
Dîsa ev zêdetirî 2 salan e rojnameyên wekî; Xwebûn, Yenî Yaşam, Atilim û bi giştî weşanên kurdî û muxalîf nadin me. Yanî ketina wan a girtîgehê qedexe ye! Di heman demê de bi tu awayî kovarên ku bi koliyan (PTT) werin nadin me. Kovarên ku em dixwazin (Taybetî yên muxalîf û kurdî) bi pereyê xwe bistînin jî; ji ber ku di lîsteya wan a ku wan diyar kiriye de tuneye dibêjên; “Em nikarin vê kovarê binini, qedexe ye”
Dîsa ev nêzî 2-3 sal in radyoyên me yên ku pêlên kurt û dirêj dikişînin ji dest me girtin. Herî dawî beriya 3-4 mehan hemû radyoyên me kom kirin. Komkirin jî nebes bû; ji bo ku radyo li cem min hebû bû carekê 15 roj û carekê jî 8 roj cezayê hucreyê dan min. (Di pêvekê de biryara cezayê hucre û parastina ku min li dijî biryarê kiriye ji we re dişînim. Ji xwe dema ku hûn belgeya biryarê û parastina min bixwînin hûnê rewşê baştir fêhm bikin. Hûn bi xwe jî li ser vê bêhuqûqiyê bisekinin ezê kêfxweş bibim. Hem di hêla çapemeniyê de, hem jî di hêla huqûqiyê de hûn li ser bisekinin dê baş bibe. Lewra bêhuqûqiyek mezin heye!) Niha tenê radyoyên FM hene. Dîsa kanalên TV’yê hemû yên medyaya alîgir in, agahiyên rast encax em bi rêya malbatên xwe digirin. Ew jî pir bi sînor e!
Pirtûkên ku ji derve bi rêya PTT/kolî werin dereng jî be didin me. Lê belê hem bi sînor didin, hem jî demekê li cem xwe didin sekinandin. Lê ji her pirtûkê tenê yekê didin.
Bi hinceta pandemiyê hemû aktîvîteyên çandî-sportîf, kursên hunerî-pîşeyî û hwd. hatine rawestandin. Niha em li mezelên ku cihê 10-12 kesan e bi qasî 17-18 kesan dimînin. Ango niha gelek hevalên me li erdê radizin. Tenê tuwaletek û serşoyek heye. Dîsa em 17-18 kes li mezelê dimînin, lê niha hefteyê carekê tenê 10 kesan bi qasî 50 dk yê derdixin gogê.
Hevalên ku cezayên wan diqede bi hinceta qanûna înfazê ya nû ku di çileya 2021’an de ketiye meriyetê bernade û cezayên wan 6 meh an jî salekê dirêj dikin.
Dîsa 2 salan hevdîtinên vekirî bi hinceta pandemiyê hatin betalkirin. Hevdîtinên girtî jî mehê tenê 2 caran pêk tê û tene 40 dk ye. Rexmî ku di qanûnê de dibêje; “Hevdîtinek dikare heta saetek û nîvê dikare were dirêjkirin” jî lê li vir em tenê 40 dk hevdîtinên girtî pêk tînin!
Dîsa kabîneyên telefonê bi dîmen û hemû mezelên edliyan bi cih kirine, lê belê li mezelên me bi cih nekirin e û li gorî ku dibêjin wî mafî nadin me. Yanî gelek tiştên ku di çapemaniyê de dewlet pesnê xwe pê dide û dibêje; “Girtîgehên me ewqasî xweş û pêşketî ne” qet pêk nayên an jî ji bo me pêk naynin!
A rast, hêj gelek astengî û pêkûtiyên ku mirov bibêje hene, lê bawerim hûn jî raporên Komeleya Mafên Mirovan û baroyan ên li ser girtîgehan dişopînin û hûn baştir dizanin. Ji ber wê jî ez dibêjim ewqas bes e!
Di vê navberê de niha wekaleta min li cem parêzerê min ….. (Buroya Huqûqê ya Sedsalê) û ……. (Baroya Îzmîrê) heye. Wasiya min jî dayika min Şukriye Dogan e.
Heval û hempîşeyên min ên xweşewîst!
Pirsgirêkeke me û malbatên me jî mişextkirina me ya girtîgeheke dûrî malbatên me ye. Mînak; ez ji nisêbînê me, ez, dayik, bav, xuşk, bira û hemû malbata min li Nisêbîna Rengîn dimînin. Ez di sala 2009’an de li Nisêbînê hatim girtin û birim Girtîgeha Mêrdîn ê. Lê di sala 2012’an de ez ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mişextî Îzmîrê kirim û ev nêzî 10 salin li İzmîrê hukumxwerim. Ji ber vê mişextiya dûr (Navberera Nisêbîn û Îzmîrê 1800 km ye) malbata min nikare were hevdîna min. Di vir de hem mexdûriyetek aborî û hem jî mexdûriyetek civakî, malbatî, derûnî û fîzîkî dide avakirin! Ev 10 salin min gelek caran ji Wezareta Dadê daxwaza sewqkirina girtîgeheke nêzî malbata xwe kir, lê belê her carê bi hincetên pûç û valan daxwazên min û malbata min hatin redkirin. Ev jî pirsgirêkeke giştî ye; Hem ez hem jî malbata min mexdûr dibe. Bifikirin ev 10 salin bav û xuşkên min nikarin werin hevdîtina min lewre çûn û hatin 3600 km. ye.
Hevalên hêja û delal...
We di zerfê de pûlên posteyê rê kiribûn spas dikim. Lê belê rêveberiya girtîgehê pûlên ku ji der ve werin nadin me. Ji ber vê jî hewce nake ku hûn pûlan rê bikin. Ango nadin me. Lê dîsa jî ji bo baldarî û hestiyariya we careke din spas dikimi.
Wekî din; car caran hûn di derheqê kar û xebatên xwe de min jî agahdar bikin û pêşketinan bi min re jî parve bikin ezê kêvfxweş bibim, ji niha ve spas dikim.
Herî dawî ji we re bejim; ez bawerim di pergala we ya rêveberiyê de heserokatî derbasdar e. cardin ji bo komeleya we, hemû xebatkar û rojnamegerên wêrek pîroz dikim, we hemûyan silav, hembêz û maç dikim. Serkeftinên bêdawî û bedewî dixwazim. Li xwe miqate bin her şad û bextewar û serfiraz bijîn.
Ligel silav, rêz û hezkirinên dilazad…
01.11.2021
Cengîz Doğan
2 Nolu T Tipi Cezaevî Şakran / İZMİR