Projeya Şopandina Maf, Belgekirin û Piştevaniyê ya ji bo Jinên Kurd ên Rojnameger

Projeya Şopandina Maf, Belgekirin û Piştevaniyê ya ji bo Jinên Kurd ên Rojnameger

Projeya Şopandina Maf, Belgekirin û Piştevaniyê ya ji bo Jinên Kurd ên Rojnameger

Projeyek nû tê destpêkirin da ku binpêkirinên mafên mirovan ên ku rojnamevanên jin ên Kurd dibînin werin dîtin û belgekirin û mekanîzmayên hevgirtinê werin xurtkirin.

"Projeya Şopandina Maf, Belgekirin û Piştevaniyê ya ji bo Jinên Kurd ên Rojnameger ", ku dê di bin serokatiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de were bicîhanîn, armanc dike ku binpêkirinên mafên mirovan ên ku rojnamevanên jin ên Kurd li Tirkiyeyê di dema çalakiyên xwe yên pîşeyî de bi wan rû bi rû dimînin bi awayekî sîstematîk bişopîne, belge bike û ji raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re eşkere bike. Proje, ku ji hêla Yekîtiya Ewropayê ve tê piştgirîkirin û bi hevkariya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) tê bicîhanîn, armanc dike ku mekanîzmayek çavdêrî û hevgirtinê ya hevpar ji bo parastina maf û azadiyên rojnamevanan biafirîne.

Li Tirkiyeyê, di demekê de ku zext li ser rojnamevanan zêde dibin, rojnamevanên jin ên Kurd, hem ji ber çalakiyên xwe yên rojnamevaniyê û hem jî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî û zayenda xwe, bi cudakarî û binpêkirinên mafên mirovan ên piralî re rû bi rû dimînin. Ev binpêkirin, ji binçavkirin û girtinê bigire heya êrîşên fizîkî, astengkirina ragihandina nûçeyan, destdirêjiya dîjîtal, gef û sansurê, rasterast bandorê li çalakiyên pîşeyî yên rojnamevanên jin dikin. Lêbelê, di belgekirin, analîzkirin û şopandina sîstematîk a van binpêkirinan de bi rêyên qanûnî kêmasiyên girîng hene.

Di çarçoveya projeyê de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanên jin ên Kurd dê rojane werin şopandin, agahiyên hatine bidestxistin dê werin verastkirin û tomarkirin û veguherînin analîzên birêkûpêk. Raporên amadekirî dê bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî werin weşandin û ji mekanîzmayên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî, rêxistinên çapemeniyê û saziyên têkildar re werin şandin. Bi vî awayî, armanc ew e ku berçavgirtina binpêkirinên mafên mirovan ên ku rojnamevanên jin ên Kurd pê re rû bi rû dimînin zêde bibe, hesabpirsîna berpirsiyaran were misogerkirin û çalakiyên parêzvaniyê yên bi bandor werin meşandin.

Yek ji stûnên sereke yên projeyê xurtkirina torên hevgirtinê yên di navbera rojnamevanên jin de ye. Di vî warî de, cudakarî, tundûtûjî, gef û dûrxistina pîşeyî ya ku rojnamevanên jin pê re rû bi rû dimînin, dê ji perspektîfa zayendî ve were çareserkirin; çalakiyên avakirina kapasîteyê û înîsiyatîfên hevgirtinê dê werin meşandin. Armanc ew e ku pêşî li tenêbûna rojnamevanan a li hember binpêkirinên mafên mirovan were girtin û gihîştina wan a mekanîzmayên çareskirinê were xurtkirin.

DFG dê bi rêya çalakiyên xwe yên çavdêrîkirin, belgekirin û raporkirina azadiya çapemeniyê beşdarî pêvajoyên berhevkirin, verastkirin, analîz û raporkirina projeyê bibe. Ji aliyê din ve, MKG dê li ser bingeha ezmûnên meydanî yên rojnamevanên jin lêkolînên çavdêrîkirin û analîzê yên li ser bingeha zayendê pêk bîne; ew ê di pêşxistina têkiliyên piştgiriyê yên bi rojnamevanên jin re û eşkerekirina binpêkirinan de rolek çalak bilîze.

Ji bilî belgekirina binpêkirinên piralî yên mafên mirovan ên ku rojnamevanên jin ên Kurd rastî wan tên, proje armanc dike ku bingeha têkoşîn û hevgirtina hevpar li dijî van binpêkirinan xurt bike. Parastina çapemenî û azadiya derbirînê, misogerkirina şert û mercên xebatê yên ewle yên ji bo rojnamevanan û avakirina mekanîzmayeke çavdêrî û parêzvaniyê ya domdar da ku rojnamevanên jin bikaribin çalakiyên xwe yên pîşeyî di bin şert û mercên wekhev û azad de pêk bînin, di nav armancên sereke yên projeyê de ne.

Proje yürütücüleri: Mezopotamya Kadın Gazeteciler Derneği (MKG) ve Dicle Fırat Gazeteciler Derneği (DFG)

Yên wê projeyê bi rê ve bibin: Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)

Piştgirî: Yekîtiya Ewropayê

Hevkarî: Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV)