DFG DANEYÊN BINPÊKIRINÊN MAFÊN ROJNAMEGERAN YA SALA 2022'AN

DFG DANEYÊN BINPÊKIRINÊN MAFÊN ROJNAMEGERAN YA SALA 2022'AN

NIRXANDIN

Bi hêviya ku azadiya çapameniyê û raman li pêş bikeve me dest bi sala 2022’an kir, lê me salê bi tabloyeke berovajiyê hêviyan û hê kambaxtir bidawî kir. Hikûmeta li ser erk li ser navê parastina desthilatdariyê di hemû qadan de şer kurtir kir. Di nava vê hesabê de hemu aliyên muxalefetê û rojnamegeran kir hedef. Taybet jî pişeya me ya rajnamegeri yê hedef girt ku ji binîve biqedîne. AKP’ya ku bi qewlê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê bû desthilatdar, di pêvajoya 20 salê xwe de berovajiyê sazkirina pêvanen YE’yê bi hewildanên ku hemû azadiya raman û çapameniyê ji holê rake welat kir qada zilmê û çewsandinê. Van gevên herî mezin ên ku tên wateya “Kuştina Rojnamegeriyê” di nav sala 2022’an de pêk anî.

Komaleya me binpêkirinên di nava salê de pêk hatin di bin 5 sernavan de berhev kir. Dema mirov yek yek navaroka van sernavan mêze ke dê bibîne ku ev desthilatdariya AKP-MHP’ê çen ji rastî û heqîqeta jiyanê ditirse. Polîsên hikûmetê bi vê hişmendiyê di qadê de an rasterast rojnamegeran dikir hedef û bi derb û tundiyê nedihiştin nûçeyan bişopînin an jî bi bergiriya mertal û laşên xwe rê nedan ku nûce bê şopandin.

Di pirtirê çalekiyên cemawerî de polîsan bi dest pêka çalekiyê re êrişê rojnamegeran dikirin. Hejmareke zê de rojnameger di van êrişan de hatin derbkirin, destur nehat dayîn ku wêne û dîmen bên kişandin. An jî wek ku li Wanê pêk hat çek sipartin serê rojnamegeran û rê li ber şopandina nûçeyê hat girtin. Li Wan’ê rojnamegerên ku hewl didan êrişa polîsan a bi ser meşa 1’ê Îlonê ya piştî mîtîngê pêk dihat bişopînin rastî êrişa polîsan hatin. Polîs di wê êrişê de bir ser hemu rojnamegeran de girt û çek sipart serê wan û wan bi gefa kuştinê tirsand. Di yekserê salê de bi kêmanê 132 car şopandina nûçeyê ya rojnamegeran hat astengkirin, di van bergiriyan de kêmtir 65 rojnameger rastî êrişê hatin.

Di sala 2022’an de derbeya herî mezin bi derxistina yasaya ku bi navê “Yasaya Dezenformasyonê” ku di rastiya xwe de Yasaya Sansurê ye derket li azadiya çapameniyê û raman hat xistin. Ev Yasa di serdemeke berê ya çêkirina yasayê de hat meclîsê lê ji ber bertekên gel, saziyên sivîl û partiyên muxalîf paşve hat kişandin. Li gel hemû bertekên gel, saziyên sivîl û partiyên muxalîf jî hikûmeta heyî di serdema destpêka vebûna meclîsê de ev yasaya Sansurê bi dengê wekîlên AKP-MHP’ê erê kir û kir meriyete. Ev yasaya sansura ku derket û bû fermî bilî dengê desthilatdaran û alîgirê wan ji hemû agahî û nûçeyên din re bû kirasê reş yê veşartina rê û rêbazê darizandinê. Bi vê plansaziya yasaya sansurê ne tenê em rojnameger civak bi giştî hedef hatiye girtin. Platformên medyaya sanal ku ji bo serdema nû bûn çapameniya alternatîf jî di çarçoveya yasaya sansura derketî de bûn hedef. Wisan ku  di vê rewşê de hemû parvekirinên sanal ketin bin zextên darizandinê.  Ji ber vê her kiryara ku desthilatdar naxwaze bê aşkerakirin heke di cihek de wek nûçe ango wek tiwîtek jî  were parvekirin dikare wek “propagandaya rêxistinê” di dadgehan de were darizandin û cezakirin. Bi derketina vê yasayê an go zagonê re hejmara dozên ku hatin vebûn li xwe çend caran zêde kirin. Di nav salê de 56 malperên înternetê hatin giritin. Hezar û 109 nûçe û ditina naveroka 2 hezar û 201 medya sanal hat astengkirin. Di teqîna Taksîmê de li gel ku tu hukmekî wan ê hiquqê nebûn jî tengavkirina banda înternetê pêk anîn û hesabên medya sanal û malperên înternetê ji dîtinê re hatin girtin. Ev astenkirinên ku qaşo li ser navê xeletî û dîmenên xirab neyên parvekirin pêk tên di rastiya xwe de wek mexmura ber rojê aşkeraye ku bi van qedexekirinan hewl didin rastiyan ji raya giştî veşêrin. Hemû agahyiyên ji bo teqînê û bersûç ji aliyê hikûmetê ve hatin dayîn ji bo ku bi rastiyan neyên derewandin tengavkirina bandê pêk anîn ev jî pêkanîna sansurê ye.

Di 2022’an de rojnamegeran bêtirê dema xwe di edliyeyan de derbaskirin. Li dijî 68 rojnamegeran lêpirsîn ve bû û ji vana 65 heb dageriya dozê. Rojnameger 810 car derketin pêşberî dadgehê û li 76 rojnamegeran ceza hat birîn. Di van darizandinan de bi giştî 1 muhabeta, 181 sal, 6 meh 22 roj cezayê hepse û 8 milyon 105 hezar û 707 TL cezayê pere hat birîn.

Bi mabesta ku dengê rojnamegeran bê birîn di nava salê de 39 rojnameger hatin girtin. Bi taybetî jî di van operasyonan de rojnamegerên kur kirin hedef. Di 6 mehên dawî yên salê de 27 xebatkarên Çapameniya Azan hatin giritin û kirin nava çar dîwarên girtîgehê. Di êriş û operesyona 8’ê Hazîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Polîs û hêzên din ên mîlîtar bi ser mal û kargehên koma rojnamegerên ku Hevserokê Komaleya me Serdar Altan jî di nav de bûn girtin. Di lêgerîna di mal û kargehên rojnamegeran de pêk hat hemu alavên rojnamegeriyê hatin desteserkirin. Hata ev serdagirtin û operasyon geveke din li xwe zêde kir û birya lêgerînê ya 30 rojan a ji bo situdyoyên şîrketên da. Bi giştî mehek cihê kar û situdyayên şîrketan di bin dorpêça polîsan de man. Bi vê rêbazê hat xwestin ku rê li ber xebatên rojnamegerên din jî were girtin. Polîsan ekîpmanên rojnamegeriyê, wêneyên şehîdên çapameniya azad û arşêvên rojnameyan wek “delîlên suc” peşkeş kirin. Piştî 8 rojê binçav qediya hevpîşeyên me derxistin edliyeyê û ji wan 16 jê bi boneye nûçe û bername çêkirine hatin girtin û ew kirin girtîgehê. Li gel ku di navberê de 7 meh jî derbas bû hê derbarê girtina va rojnamegeran de tu îdianame venebûye û hemû serlêdanên ji bo serbest berdanê jî hatine redkirin.

Di 25’ê Cotmehê de jî bi Enqereyê ve girêdayî êriş û operasyon pêk hat û bi ser mal û kargehên 11 rojnamegeran de hat girtin. Hempîşeyên me yên rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Tûndî û îşkence 4 rojê di bin çavan de jî berdewam kir. 29’ê Cotmehê ji 11 rojnamegeran 9 jê hatin girtin. Bi vê girtinê destnîşan kirin ku dixwazin rê li ber xebatên rojnamegerên çapameniya azad a aşkerakirina heqîqetê bibirin.

Ji van hevalên me yên ku derxistin dadgehê li gel çêkirina nûçeyên wan pirsa hûn çima endamê Komaleya Rojnamegerên Dîcle Firatêne hat kirin. Bi vê jî di xwazin komaleya me ya rojnamegeran jî kirîmînalîze bikin.

Di nav salê de di nava sînorê Tirkiyeyê de Türkiye sınırları içerisinde 1 rojnameger, Li Herêma Federe ya Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî i2 rojnameger hatin kuştin. Li Kocaeli’yê xwediyê Rojnameya Dengê Kocaeli’yê Rojnameger Gungor Arslan hat kuştin. Arslan, ji ber nûçeyên li ser gendelî dadixestiyan hat qetilkirin. 4’ê Cotmehê de jî li Herêma Federe a Kurdistanê li Silêmaniyê Endama Akademiya Jînelojiyê û Rojnameger Nagihan Akarsel di encama sûîkastê de hat qetilkirin. Derket holê ku kujerê ji sucê edlî tewambar ji aliye MÎT’ê ve hatiye peywirdarkirin. Sefîrê Tirkiyê yê li Bexdayê jî daxuyaniyeke xwedî derketina li suîkastê da. Di 20’ê Mijdarê de jî di êrişa hewayiya Tirkiyê ya bi ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de  Nûçegîhanê Ajansa ANHA yê Îsam Ebdullah jiyana xwe ji dest da. Îsam Ebdullah ji bo nûçeya êrişa hewayî çêke diçû herêmê di encama êrişa hewayî ya duyem de jiyana xwe ji dast da.

Di sala 2022’an de li gel hewildanên astegkirina ji sansurê heta şopandina nûçeyan, ji girtinan heta qetilkirinan jî  rojnamegeran li ber xwe da. Di serî de kedkarên çapameniya azad her wiha pirtirên rojnamegeran desturd nedan ku siyaseta desthilat ya “kuştina rojnamegeriyê” bi ser bikeve. Ji bo vê jî rojnamegeran bi biryar li henber vê siyasetê berê pênûsa xwe, wênekêşa xwe û kameraya xwe dan ser rastiyan û nehêştin ser rastî û heqîqetê bê reşkirin. Her diçe roja hilbijartinê jî nêz dibe. Ji ber vê di sala 2023’an de jî ji bo azadiya çapameniyê û raman, ji bo bidestxistina mafê agahiyê ya gel têkoşîneke mezin li benda me rojnamegeran e.