DFG ROPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A SALA 2023'AN

DFG ROPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A SALA 2023'AN

NIRXANDIN

Îro em bi mabesta aşkerakirina rapora binpêkirinên li ser rojnamegeran ya 2023’an hatin gel hev. Ev roj salvegera damezrandina Komaleya Rojnamegeran ya Dîcle Firatê ye jî. Ji roja destpêka damezrandina xwe ve komaleyê ji bo êriş û binpêkirinên li dijî rojnamegeran pêk tên bişopîne zend û bendan bada. Di nava van 4 salên xwe de Komaleya Rojnamegeran ya Dîcle Firatê îmzeya xwe danî bine gelek xebatên giranbuha. Komale bi van xebatên xwe bû saziya refarans ya ji bo şopandina mafên rojnamegeran. Bi vê wesîleyê rêveber û endamên kameleyê yên keda wan di van xebatan de derbas bûye û dostên me yên ku piştgiriya xwe kêm nekirin re cereke din sipas dikin. Di hizûra we kedkarên çapameniyê de salvegera 4’emîn damezrandina DFG’ê careke din pîroz dikin.

Kedkarên hêja yên çapameniyê, li ser rûyê erdê pêwîstî pê heye ku herî zêde rojnameger bên parastin. Mixabin binpêkirinên sala 2023’an jî ji vê nirx û rûmetê bê par e û derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de wek tabloyeke reş disekine.

Li gorî daxuyaniya Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) ya 31’ê Kanuna 2023’an 11 jê jin 120 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Federasyonê desnîşan kir ku isal di giştiyê cîhanê de ji sedî 68’ê rojnamegeran li Gazzeyê hatine kuştin. Di şerê li Gazze'yê de 75 rojnamegerên Filistinî, 4’ê Îsraîlî û 3 jî Lubnanî hatin kuştin. Li Suriyeyê kuştina 3 rojnamegeran pêk hat. Edîtorê Ajansa Rojnewsê Rojnameger Silêman Ehmed 72 roj e ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye ravandin.

Di 2023’an de li walatê me jî pêkhatina azadiya çapameniyê û azadiya raman bi tabloyeke berovajiyê hêviyan derî li xwe girt. Tirkiyeyê wek her salên borî di sala 2023’an de jî dev ji siyaseta xwe ya zext û binpêkirinên li ser rojnamegeran berneda. Serdema krîza erdhejê dihat jiyîn jî hevpîşeyên me yên ku li qadê karesata erdhejê dişopandin bi polis û cendirmeyan hatin astengkirin. Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên li ser karesata erdhejê lêpirsînê re rû bir û man. Di dema karesata erdhejê de rojnamegeriya ku li gor feyde û berjewendiyên civakê pêk dihat ji aliyê desthilatdariyê ve hat astengkirin. Desthilatdariya heyî mafê wergirtina agahiyan ya gel bi van kiryarên xwe tune dihesiband. Di çarçoveya mijarê karesata erdhejê de ji bo ku tedbir nehatin girtin û di erdhejê de 25 xebatkarên çapameniyê jiyana xwe ji dest dan em wan bi rêzdarî bibîr tînin.

Dema em binpêkirinên mafên rojnamegeran ên di nava salê de pêk hatine û di binê 5 sernavan de hatin qeydkirin mêzekin emê bibinin ku li dehan rojnamegeran lêpirsîn hatine vekirin, hatine binçavkirin û bi rengeke keyfî û bê hiquq hatine girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda xwe Amed bûn û di 8 Hazîran 2022’an de dest pêkir 16 rojnamegerên kurd hatin girtin piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan. Di lêpirsîna 25’ê Cotmeha 2022’an ku ji navenda Enqereyê dest pêkir û 9 rojnamegerên kurd bi zilmeke heman rengî hatin maxdurkirin. Di 25 û 29’ê Nisana 2023’an de jî bi du lêpirsînên din rojnamegerên hatin binçavkirin bi mehan di girtîgehê de hatin hiştin. Hevseroka me Dicle Muftioglu ku di nav wan de bûn hê jî di girtîgehê de ye û nehatiya berdan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li gel van hemû mînakan di 2023’an de imza xwe avêtin binê vê kiryara nû ya qaşo “rojnameger bi nûçeyên xwe peywirdarên li dijî terorê hedef didin nişandan”. Rojnameger bi van angaştan hatin tewambarkirin. Bi vê munasebetê rojnameger hatin binçavkirin. Fırat Can Arslanê ku di nava 5 rojnamegerên hati binçavkirin de cih digirtin bi xala TMK 6/1 a 1991’an hate girtin. Dîsa Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay Bi boneya "peywirdarê li dijî terorê hedef nişan daye” û “tomet li wan kiriye” hat tewambarkirin û di rojên dawiya salê de hat girtin.

Bi van minakan aşkera bû ku zagona 7418 ku bi navê “zagona dezeformasyonê” desthilatdariyê di 2022’ de derxist çewan berovajiyê armanca navê zagonê, weke zagona sansurê bikar tîne.  Ji ber zagona sansurê derbarê rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin û wan kirin bin çavan. Rojnamegerê destpêkê de bi vê zagonê hat girtin Sînan Aygul e. Rojnameger Tolga Şardan, Edîtor Dinçer Gokçe û Nûçegihan Cengiz Erdinç hatin binçavkirin. Ji wan Tolga Şardan hat girtin. Di sala destpêka ku ev zagon ket meriyete de bi kêmanî 26 rojnameger hatin binçavkirin, hatin darizandin û hatin girtin. Ên ku tên zanîn bi giştî 29 bûyer hatin qeydkirin.

Dema em li van bûyeran mêzedikin rojnamegeran di sala 2023’an de pirtirê mesaîya xwe li ber deriyê dadgehan û eywanên edliyeyan derbas kirine. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van lêbirsînên ku derbarê rojnamegeran de dane destpêkirin, dozên ku li wan vekiriye ji rojnamegeran re dibêje “em destur nadin we ku hun rojnamegeriyê bikin.” Wek nimûne di nava salê de 280 rojnameger herî kêm 821 car derketine pêşberî dadgehan.

Di 2023’an de bi dehan car rê li rojnamegeran hat birîn û şopandina nûçeyan hat astengkirin. Li gel astengkirina şopondina nûçeyan rojnameger rastî êrişan hatin û hatin derbkirin. Li Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Sînan Aygunê ku rojnamegeriyê dike û angaştên gendeliyên şaredariyê aşekera kir rastî êrişa polîsê parazvanê Şaredarê Tatwanê Emîn Geylanî û xebatkarê şaredariyê tê.

Wek ku em di daneyan de jî aşkera dikin hêjamereke zêde malperên sîteyê hatine girtin. Xwe gîhandina bi hezaran nûçeyan û naverokên medyayên dijital hatin astengkirin. Dîsa Desteya Bilind ya Radyo û Televizyonan (RTUK) ceza li ser cezayan li dehan kanalên televizyonan birî. Di rojên dawî ya salê de hê bêtir lez da van kiryarên xwe yên bê yom. Wisa ku her roj imza xwe datîne binê rekora cezayên nû.

Di 2023’an de ji sansurê heta asteng kirina nûçeyan, ji tewqîfkirinê bigirin heta zextên liser sazî û dezgeyên medyayê rojnameger hatin eciqandin. Lê paşve gav neavêtin û karê rojnamegeriyê hê bêtir bi israr û bi îstîkrar pêk anîn. Em bi dileke rehet karin bêjin Vê berxwedana rojnamegeran ya li dijî êrişan mohra xwe li bin geşedanên salê dan. Di serî de kedkarên çapameniya azad û rojnamegerên xwedî nirx û rûmeta rojnamegeriyê li dij van êrişan awirê pênûsên xwe, wênekêşên xwe ji ser heqîqetê nedan alî û destur nedan kesek ser rastiyê binixumîne. Di van rojên ku em ketin sala nû ya 2024’an de hêviya me ev e ku di serî de Hevseroka komaleya me Dicle Muftuoglu û hemu rojnameger azad bin û bi hêsanî kar û xebata xwe ya rojnamegeriyê pêk bînin.