NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA TİRMEHÊ

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA TİRMEHÊ

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA TİRMEHÊ

Di meha Tîrmehê de li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser azadiya ramanê û çapemeniyê zêde bûn. Rojnameger ji ber parvekirinên medya dijîtal, nûçeyên ku çêkirine û xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin binçavkirin, hatin girtin û rastî gefan hatin. Dîsa ji ber xebatên xwe hatin darizandin. Bi taybetî beriya Zîrveya NATO’yê operasyon pêk hatin. Dema rojnamegeran ev operasyon dişopandin, rastî astengiyan hatin. Medyayên dijîtal hatin astengkirin. Li dijî azadiya çapemeniyê zext bi rêbazên cuda pêş ketin.

Di Tîrmehê de, 12 rojnameger hatin binçavkirin. Di nava wan de Nûçegîhana Rojnameya Cumhuriyetê Gulnur Saydam, rojnameger Fatma Sibel Gurcihan, Edîtora T24’an Buse Sogutlu, Edîtora Odatv Ceren Erdogdu, Nûçegîhanê Niha+ Abbas Vural, Midûra Karê Nivîsan a berê ya Azadîya Welat Berfin Ay, Rojnameger Hazar Dost, Nûçegîhanê BîrGun Kayhan Ayhan, Nûçegîhanê DW Alican Uludag, rojnameger Ali Taş, Fermandar Kardaş û Cem Kuçuk hatin binçavkirin.

Balkêş bû rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê yên nûçe, parvekirinên medya dijîtal hatin binçavkirin. Di nava 12 rojnamegeran de Fatma Sibel Gurcihan û Cem Kuçuk hatin girtin.

Tişta di Tîrmehê de balkêş bû, Operasyonên beriya Zîrveya NATO ya li Enqereyê ku di 7-8’ê Tîrmehê de pêk hatin, bû. Di van operasyonan de Edîtorê Nûçeyan a T24’an Buse Sogutlu, Edîtorê Odatv Ceren Erdogdu û Nûçegîhanê Niha+ Abbas Vural hatin binçavkirin. Di heman demê de rojnameger Hazar Dost jî hat binçavkirin. Dost, di bin çavan de rastî tundiyê hat.

Di 7’ê Tîrmehê de li dijî Zîrveya NATO li Parka Kurtuluşê çalakî pêk hat. Rojnamegerên çalakî şopandin rastî tundiya polîsan hatin. Polîsan bi mertalên xwe destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikişînin. Rojnameger asteng kirin û ji qadê dûr xistin. Ev raste rast mudaxaleya mafê rojnamegeran a ragihandinê ye.

Di Tîrmehê de rojnameger ji ber parvekirinên medya dijîtal hatin binçavkirin. Der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji 14 dosyayan 33 rojnameger têne darizandin.

Di Tîrmehê de gelek rojnameger hatin darizandin û danişînê wan hatin dîtin. Di nava mehê de hin rojnameger tahliye bûn û hinekan beraet kirin. Lê gelek doz jî hatin taloqkirin. Ev nîşan dide ku bi pêvajoya darizandinê zextên li ser rojnamegeran berdewam dike.

Li aliyê din rojnameger Aslihan Gençay beraet kir. Nûçegîhanê BirGun Sarya Toprak jî beraet kir. Nûçegîhanê ETHA’yê Muslum Koyun û Yildiz Tar jî tahiye bûn.

Nûçegîhana Rojnameya BirGunê Ebru Çelik jî ji ber nûçeya pêvekirina rozetan a CHP’ê di meha Tîrmehê de bû mijara zextan. Çelik ji ber vê nûçeya xwe rastî gefan hat û lêpirsînê hat. Dîsa Kordînatorê Webê yê BirGunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn jî îfadeyên wan hatin girtin. Rojnameger Fatih Altaylı û Timur Soykan ji ber heman nûçeyê îfade dan.

Di Tîrmehê de gelek malperên înternetê, yên rojnameyan û hesapên medya tijîtal hatin astengkirin. Di Tîrmehê de 20 naverokên medya dijital hatin astengkirin. 2 nûçe û 2 malperên nûçeyan ragihandina wan hatin astengkirin. Di vê mehê de ji ber nûçeyan 11 weşan hatin qedexekirin.

Di serê mehê de gîhandina malperên înternetê yên Nûmedya24, Azadîya Welat, Ajansa Welat û Nupel hatin astengkirin. Dîsa xwegîhandina hesabên X yê yên Ajansa Welat û Nûmedya24 li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Bi taybetî saziyên çapemeniyê yên ku bi kurdî weşanê dikin hesabên wan hatin astengkirin. Hesabên wan ên medya dijîtal li ser hev hatin astengkirin. Hat dîtin ku hesabên weşana kurdî bû hedefa sereke.

Ragihandina hesabên X yên Sendika.Org û soL Haber hatin astengkirin. Hesabên X, Instagram, Facebook, TikTok û YouTube yê Ozguruz û malpera înternetê hat astengkirin. Ragihandina hesabê Jinnewsê yê X careke din hat astengkirin.

Dîsa hesabên rojnamegeran jî hatin astengkirin. Di nava mehê de ragihandina hesabên rojnameger Dîren Yurtsever, Oznur Deger, Alican Uludag û Gulistan Gulmuş ên X yê hatin astengkirin.

Daneyên Tîrmeha 2026’an nîşan dide ku li Tirkyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan pêş ketine. Bi rêbaza binçavkirin, girtin, lêpirsîn, darizandin, gef, astengkirina şopandina nûçeyan, qedexeya weşanê, astengkirina ragihandina hesabên medya dijîtal û şêwazên din zext pêş ketine.

Ji ber ku rojnamegeran nûçeyên xwe li ser medya dijîtal parve kirine hatine binçavkirin, girtinû der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Astengiya ragihandina malperên nûçeyan û hesabên medya dijîtal, nîşan dide ku hîn li Tirkiyeyê pirsgirêka astengiya li pêş azadiya çapemeniyê berdewam dike.

Bi taybetî astengiyên ragihandina malperên kurdî yên wekî Azadîya Welat û Ajansa Welat û astengkirina ragihandina hesabên wan ên medya dijîtal, nîşan dide ku zextên bi rêk û pêk li ser rojnamegeriya kurdî didome.

Em wekî DFG’ê careke din dibêjin; Rojnamegerî ne sûc e. Mafê şopandin û çêkirina nûçeyan û mafê xwe gihandina agahiyên rast nayê astengkirin. Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin. Divê rojnameger ji ber karê xwe neyên astengkirin û neyên darizandin. Divê sansura li ser medya dijîtal bi dawî bibe.

KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FÎRATÊ (DFG)