NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN A SALA 2025 YA LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN A SALA 2025 YA LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN A SALA 2025 YA LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

 

EM RAPORA XWE YA SALA 2025AN DIYARÎ ÇINARÊ ÇAPEMENIYA AZAD HUSEYÎN AYKOL DIKIN

 

Me sala 2025an ku tevî pîşeya rojnamegeriyê zext û qedexeyên li dijî saziyên weşan û çapemeniyê bi awayekî zêde pêk hatin li pey xwe hişt. Di sala 2025an de li Tirkiyeya ku aştî û demokratîkbûn tê de dihat hêvîkirin, şûna binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan kêm bibin berovajiyê wê bi awayekî berbiçav zêde bûn. Bi taybetî sansura li ser medyaya dîjîtal, bûye zexta sîstematîk a desthilatê.

Li gorî daneyên 2025an ên ku ji hêla komeleya me ve hatine tomarkirin; ji 127 rojnamegerên ku hatin binçavkirin, 40 hatin girtin, 42 rastî muameleya xerab hatin, 22 ji wan hatin tehdîtkirin û 48 ji wan jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Ji 5ê Çileyê ve, 28 rojnameger di girtîgehan de ne.

Di sala 2025an de jî ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê rojnameger hatin hedefgirtin. Di meha dawî ya sala 2024an de Nazım Daştan û Cihan Bîlgîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di êrîşa Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê de hatin kuştin. Rojnamevan Azîz Koyluoglû jî di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistana Federal de di 27ê Çileya 2025an de hate qetilkirin.

Hakan Tosûn ê bi nûçeyên xwe yên li dijî qirkirina ekolojiye rojev ava dikir, dema di 10ê Cotmehê de diçû mala xwe ya li navçeya Esenyûrtê rastî êrişê hat û di encama êrişê de xwîn çû ser mejiyê wî. Tosûn tevî hemû mudaxileyan di 13ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Êrişa li dijî Tosûn nehate ronîkirin û hêj jî hêzên li pişt cînayetê tên parastin.

Yek ji bûyerên ku di sala 2025an de qewimî û em xemgîn kirin jî ew bû ku di 14ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê yek ji kedkarê têkoşîna çapemeniya azad Huseyîn Aykol û ew birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sîncanê. Huseyîn Aykol ê 80 rojan li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê dihate dermankirin di 1ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Mamosteyê me Huseyîn Aykol bi helwest û berxwedana xwe rê nîşanî kedkarên Çapemeniya Azad da. Kedeke mezin a Mamoste Huseyîn heye ku bi salan me ev rapor amade kirin. Em jî rapora xwe ya sala 2025an diyarî têkoşîna wî dikin.

Rewşeke din a ku em xemgîn kirin jî bû mirina Dîlan Karaman ku demekê rojnamegerî kiribû. Mirina biguman a Karamanê ji aliyê komîsyona hatiye avakirin ve tê lêkolînkirin û em vê lêkolînê bi hişmendiya kolektîf û têkoşînê ji nêz ve dişopînin.

Di sala 2025an de mesaiya edliyeyê ya rojnamegeran bi awayekî zêde berdewam kir. Di sala borî de derbarê 113 rojnamegeran de lêpirsînên nû hatin destpêkirin, 88 ji wan lêpirsînan veguherîn dozê. Di 259 dosyayên dozê ku rojnameger jê dihatin darizandin de li 57 rojnamegeran bi giştî 62 sal 3 meh û 29 roj ceza hat birîn û 244 hezar û 900 lîre cezayê pereyan hat birîn.

Yek ji daneyên berbiçav ên di sala 2025an de derket holê jî sansûr bû. Desthilatê polîtîkaya sansurê veguherandiye rejîmekê. Şîrketên medyaya dîjîtal ên weke X û Înstagramê serî li ber sansurê tewandin û bûn şirîkê vî sûcî. Di sala 2025an de, xwegihandina 113 malperên înternetê, 464 URLyên nûçeyan û penç hezar û 418 naverokên medyaya dîjîtal û bikarhêner hatin astengkirin.

Navê din ê sansurê RTUKê jî; biryar da ku 17 bername bên sekinandin, 71 caran li qenalên cuda cezayê pere yê îdarî birî û weşana 5 kanalan ji bo 35 rojan da sekinandin.

Polîtîkayeke din a ku desthilata AKPê veguherand rejîma zordariyê jî bûn qeyim. Desthilata ku rejîma qeyim veguhest hemû qadên jiyanê, di demên dawî de bi rêbazên bêhiqûqî qeyim tayînî saziyên medyayê jî kir. Deshilata ku qeyim tayînî Grûba Cîner û TELE 1ê kir, bi sedan xebatkarên çapemeniyê yên ku di van qenalan de dixebitîn bêkar hişt.  Ji ber polîtîkayên desthilatê yên xizanî û qeyiman 294 kedkarên çapemeniyê ji kar hatin derxistin û mafên aborî û civakî yên 158 kesan jî hatin xespkirin.

Weke Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê em piştgiriyê didin pêvajoya ku bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû û xwedî lê derdikevin. Em berpirsiyariya xwe ya ji bo serkeftina pêvajoyê dizanin. Berpirsiyariya me ew e ku li şûna zimanê şer ku di medyaya sereke de serdest e, zimanê aştiyê biafirînin. Em bawer dikin ku dema ku em zimanê rojnamegeriya aştiyê diafirînin, em ê lezeke mezin bidin pêvajoyê. Em di wê baweriyê de ne ku her ku ev pêvajo pêş bikeve û gavên hiqûqî werin avêtin, dê binpêkirinên mafan ên ku di warên azadiya çapemenî û raman de gelek zêde bûne bi awayekî cidî kêm bibin. Ji ber vê yekê, em bi minasebeta rapora xwe ya salane daxwazên xwe careke din dubare dikin;

Daxwazên me;

• Divê astengiyên li pêşiya rojnamegeriya aştiyê bên rakirin ku medya di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke aktîf bilîze

• Ji bo ku medya di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke aktîf bilîze, divê pêşî li hevdîtina bi yek ji muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan re bê vekirin. Divê rojnameger bikaribin bi Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin.

• Bi heman awayî divê pêşî li hevdîtinên bi Serokên PKKê yên ku aliyê din ê çareseriyê ne bê vekirin û divê pêşiya lêpirsînên ku dibe derbarê van hevpeyvînan de bên vekirin jî bê girtin.

• Divê zextên li ser çapemeniyê ku kaxiza tûrnosolê ya demokratîkbûnê ye, bên rakirin û dest ji polîtîkayên sansurê bê berdan.

• Di serî de sansura Xyê divê dest ji her cure sansura li ser saziyên medyayê bê berdan.

• Divê hemû sîte û hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin demildest bên vekirin.

• Divê avaniya RTUKê bê demokratîkkirin. Divê RTUK ji organeke ku qenalên muxalefetê ceza dike bê derxistin.

• Divê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanîstê (BTK) bê demokratîkkirin û BTK ji organeke ku saziyên medyayê ceza dike bê derxistin.

• Divê tedbîr bên girtin da ku Dadgehên Cezayê yên Asliyeyê bêyî darizandinê hesabên medyaya dîjîtal qedexe nekin. Ev nêzîkatiya keyfî li dijî hiqûqê ye.

• Divê lêpirsînên derbarê hemû rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têne darizandin de hatine destpêkirin, demildest bên betalkirin û rojnamegerên girtî bên berdan.

• Ji ber xebatên wan ên rojnamegeriyê derbarê rojnamegeran de biryarên qedexeya derketina derveyî welat tên dayîn. Divê ev biryarên qedexeyan bên rakirin. Ev qedexe nahêlin ku rojnameger karê xwe bikin.