NIRXANDINA RAPORA MEHA SIBATÊ YA LI SER BINPÊKIRINA MAFAN A LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

NIRXANDINA RAPORA MEHA SIBATÊ YA LI SER BINPÊKIRINA MAFAN A LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

NIRXANDINA RAPORA MEHA SIBATÊ YA LI SER BINPÊKIRINA MAFAN A LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

Daneyên ku di rapora me ya li ser binpêkirina mafan a rojnamegeran de di meha Sibatê de cih digirin careke din nîşan didin ku mafê jiyanê, ewlehî û azadiya ramanê ya rojnamegeran li Tirkiyeyê di bin tehdîdeke cidî de ye. Ji ber xebatên wan ên rojnamgeriyê êrişa fizîkî li hevkarên me tê kirin, tên binçavkirin, girtin û bi tundiya darazê re rû bi rû dimînin.

Êrîşa li ser Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) ya di meha Sibatê de xeleka dawî ya vê zincîra zextê bû. Deriyê ajansê hate şikandin û alavên nûçeyan hatin desteserkirin. Ji pênc rojnamegerên ku di encama serdegirtinê de hatin binçavkirin çar hatin girtin. Rojnamevan Alîcan Ûlûdag jî ji ber nûçeyên ku çêkirin û parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hat girtin.

Di roja dawî ya Sibatê de, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Nûçeyan a ANKAyê Kenan Şener di nav de sê rojnameger ji ber ku liv û tevgera li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê kirin nûçe, hatin binçavkirin.

Bi girtina pênc rojnamegeran re di meha Sibatê de, hejmara rojnamegerên girtî derket 30î. Rojnamegerên di girtîgehê de jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Rojnameger Alî Bariş Kûrt ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1an a Maltepeyê ya Stenbolê tê ragirtin tevî ku diviyabû di Mijdara 2025an de bihata berdan, bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê hê jî bi awayekî neqanûnî tê girtin.

Sansûra ku di meha Çileyê de gihişt lûtkeyê, di Sibatê de berdewam kir. Hesabên medyaya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê ku di meha Çileyê de çar caran hatibûn astengkirin, di meha Sibatê de jî carekê hatin astengkirin

Binpêkirinên Mafê Jiyan û Ewlehiyê

  • Di van demên dawî de:
  • Êrişî 6 rojnamegeran hate kirin,
  • 11 rojnameger hatin binçavkirin,
  • 5 rojnameger hatin girtin,
  • Bi ser malên 6 rojnamegeran de girtin,
  • Mûameleya xerab li 3 rojnamegeran kirin
  • Gef li rojnamegerekê xwarin,
  • Şopandina nûçeyan a 3 rojnamegeran hate astengkirin,
  • Li girtîgehan 2 binpêkirinên cuda yên rojnamegeran hatin tespîtkirin.

Ev pêkanînên li dijî rojnamegeran nîşan didin ku çalakiyên wan ên pîşeyî rasterast tên krîmînalîzekirin.

Zextên li ser azadiya îfadeyê

  • Derbarê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin.
  • Derbarê 5 rojnamegeran de doz hat vekirin.
  • Ji 9 rojnamegeran re bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn.
  • Di 30 dosyayan de darizandina 45 rojnamegeran didome.
  • Ji 3yê Adara 2026an ve, 30 rojnameger di girtîgehê de ne.

Pêvajoyên darazê di meha Sibatê de jî berdewam kirin ku li ser rojnamegeran bibe amûreke sîstematîk a zextê.

Sansûr û astengiyên li dijî saziyên medyayê

  • Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji bo 2 weşanên cuda cezayê pereyan birî.
  • Biryara qedexekirina 10 weşanan hate pêkanîn.
  • Xwegihandina 31 nûçeyan hate astengkirin. 
  • Xwegihandina 272 naverokên medyayê hate astengkirin.

Ev tablo ne tenê rojnamegeran, di heman demê de mafê gel ê wergirtina nûçeyan jî armanc dike.

Binçavkirin, girtin, zext û pêkanînên sansurê yên li dijî rojnamegeran nayê qebûlkirin. Azadiya çapemeniyê garantiya bingehîn a civaka demokratîk e.

Em bang li rayedaran dikin ku dawî li binpêkirinên li dijî rojnamegeran bînin û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî li Tirkiyeyê li hemberî binpêkirina mafan a di warê azadiya çapemeniyê de hesas bin.

Xebatên rojnamegeriyê nikarin bên darizandin.

Rojnamegerî ne sûc e.

KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ