
RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A MEHA TÎRMEHA SALA 2025’AN A LI HEMBERÎ ROJNAMEGERAN
Banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û geşedanên pê re rû dane, hêviya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê ji nû ve şîn kir. Azadiya çapemeniyê di welatekê de ji bo rewşa demokrasiyê diyar bike, ji mijarên herî girîng yek e. Lê belê li Tirkiyeya ku demokratîkbûn tê axaftin, êrişên li dijî çapemeniyê kêm nebûne, berovajî, bi zêdebûnê berdewam kirine.
Di meha Tîrmehê de jî rojnamevan ji ber rojnamevantî kirin, hatin binçavkirin, ji ber birîna daran, nelirêtiyan kirin nûçe û ji ber hempîşeyên xwe bi bîr anîn, derbarê rojnemevanan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Di meha Tîrmehê de 8 rojnamevan hatin binçavkirin, 5 rojnamevan hatin girtin. Fûrkan Karabay hêj îdianame jî ne di holê de ye, bi awayeke derveyî hiqûqî hêj jî di girtîgehê de tê ragirtin. Ercument Akdenîz ê di meha Sibatê ve girtî ye, tevî ku di danişîna ewilê de tu delîl nîn in, ji ber “şahid” nehatin guhdarkirin, nehate berdan. Di roja dawî ya meha Hezîranê de desthilat piştgirî da êrişên li dijî Kovara Lemanê û pênc xebatkarên Lemanê dan girtin, derbarê kovarê de, biryara komkirinê da û lêpirsîna aborî da destpêkirin.
Di meh a Tîrmehê de ji 30 dosyeyan, darizandina 84 rojnamevanan hatiye berdewamkirin. Yek ji van dozan jî doza 34 rojnamevanên jê tên darizandin û ev 13 sal e berdewam dike ya bi navê Doza Çapemeniyê ya KCKê ye. Ev doz ev 13 sal e di nîşaneya azadiya dîroka çapemeniyê de, weke nîgareke reş, disekine. Derbarê 6 rojnemevanan de lêpirsîn hate destpêkirin, lêpirsînek veguhezî dozê. Derbarê 8 rojnamevanan de 8 sal û 4 meh û 25 roj ceza û 40.500 lîre cezayê îdarî yê pere hate birîn.
Ti meha Tîrmehê de jî sansur berdewam kir, biryarên RTUKê yên derveyî demokratîkbûnê, bû amûreke gefxwarinê. RTUKê derbarê 1 kanalê de 10, derbarê 1 kanalê de 5 rojan biryara reşkirina ekranê da, derbarê 2 kanalan de jî cezayê pere birî. Di meha Tîrmehê de 45 malperên înternetê hatin girtin, derbarê 10 nûçeyan û derbarê 63 naverokên medyayê de jî biryara astengkirinê hate dayîn.
Agahiyên ku me li jorê parve kirine, ji daneyan bêhtir nîşaneya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û ji bo hêviyên aştiyê bigihin serkeftinê, divê hemû astengiyên li pêşiya çapemeniya azad demildest werin rakirin. Qanûnên sansurê yên li pêşiya çapemeniya azad, Qanûna Sixurtiya Bandorê divê were rakirin. Divê hemû rojnamevanên ji ber çêkirina nûçeyan hatine girtin werin berdan. Divê RTUK û BTKa bûne amûreke cezakirinê yên AKPê, veguhezin avabûnên demokratîk. Bi qasî ku ev daxwazên me hatin bersivandin hem dê di hêla azadiya çapemeniyê bi pêş bikev hem jî dê ev yek hêz bide demokratîkbûna Tirkiyeyê.
Em piştgiriyê didin pêvajoya bi banga Devlet Bahçelî daye destpêkirin û bi gavên şênber ên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêş dikeve. Ji bo ev pêvajo bi serkeftinê encam bibe, divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamevan a bi Abdullah Ocalan re, divê demildest werin rakirin. Rojnamevan neynika civakê ne û ji bo ev pêvajo bi gel re were ba hev, rola rojnamevanan di girîngiya jiyanî de ye. Li ser vê esasê, êm ê parastina rojnamevantiyê û avakirina civaka demokratîk de di rola pêşengtiyê bidomînin.