ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA ÎLONÊ YA 2023'AN

ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA ÎLONÊ YA 2023'AN

NIRXANDIN

Li welat binpêkirinên mafan yên li dijî rojnamevanan bi dawî nabin. Her meha derbas dibe em bi binpêkirinên mafan ên nû re rûbirû dimînin. Lê li dijî van binpêkirinan rojnamevanên di gerîna pey rastiyan de israr dikin ji bo rûmeta pîşeya xwe û mafê agahî wergirtinê yên gel biparêzin li ber xwe didin. 

Di nava meha îlonê de binpêkirinên li ser jiyan û ewlehiya rojnamevanan bi awayekî zêde didomin. Ji bilî rojnamevanên hatin binçavkirin û girtin, gef li rojnamevanan hate xwarin û rastî mûameleya xerab hatin. Gelek caran şopandina wan a nûçeyan hate astengkirin. Dîsa di qada azadiya raman û îfadeyê de herî zêde rojnamevan rastî binpêkirinên mafan hatin. Derbarê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin, doz hatin vekirin û ceza li wan hatin birin. Di nava vê mehê de  dîsa gelek rojnamevan li ber deriyê dadgehan bûn. Rojnamevan ji ber karên dikirin bi darizandinan li ber deriye dadgehan hatin şerpezekirin. Di nava meha îlonê de em li bendê bûn ku bi berdana rojnamevanan hejmara rojnamevanên girtî kêm bibe lê mixabin berdin bên berdan, hin rojnamevanên din hatin girtin. 4 xebatkarên çapemeniyê hatin girtin û şandin girtîgehê. Bi vî awayî hejmara rojnamevanên girtî bû 63.

Weke hûn dizanin Hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglû hêj girtî ye. Ber bi dawiya meha îlonê ve derbarê wê de îdianame hate amadekirin lê hêj dadgeha ku dê lê were darizandin û dîroka danişînê nehatiye diyarkirin. Heman rewş ji bo edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî derbasdar e. Di nava meha îlonê de danişîna doza hin ji rojnamevanên girtî Abdurrahman Gok, M. Şah Orûç, Remzî Akkaya û Hamdûlah Bayram ku em li ser sekinîn hebû. Lê mixabin yek ji wan nehate berdan. Dê hefteya ewil a meha cotmehê de danişîna doza derbarê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Televizyona Tele 1’ê Merdan Yanardag bê lidarxistin. Bi vê boneyê em daxwaza xwe ya têkildarî berdana Yanardag dubare dikin.

Li aliye din li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan jî bi dawî nabin. Hevseroka me Dîcle Muftuoglû jî di nav de gelek rojnamevan di nava çar dîwaran de rastî binpêkirinên mafan hatin. Ev yek jî nîşan dide ku desthilata AKP’ê çiqas ji rojnamevanan ditirse. Nivîskar û rojnamevan Celalettîn Can ê tevî nexweş e jî hêj di girtîgehê de tê ragirtin, aciz bûye û rakirine nexweşxaneyê, pişt re careke din paş ve şandine girtîgehê. Ev mûameleya li dijî Can ê li hemberî bêhiqûqiyê serî rakir û bi rojnameya Ozgur Gundemê re kete nava piştevaniyê û xwediyê sekneke birûmet e nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku Can demildest bê berdan.

Di nav binpêkirinên rapora me ya meha îlonê de ku balê dikişinin sansur û qedexeyên li qada medyaya dîjîtal jî hene. Xwe gihandina gelek nûçeyan hate astengkirin û amûrên medyaya dîjîtal tê xwestin bên kontrolkirin. Bi vî awayî dixwazin hem organên medyayê, hem jî welatiyên ku medyaya dîjîtal bi awayekî çalak bikartînin têxin bin kontrola xwe.

Ev hemû dane û binpêkirinen mafan ên diqewimin rewşa ku welat tê de ye radixe li ber çavan. Ji bo ku civakê dizayn bikin, tiştên neyînî yên diqewimin neyên dîtin asteng bikin û rastiyan di tariyê de bihêlin berê xwe didin rojnamevanan. Mixabin di vê mijarê de berxwedaneke têrker dernakeve holê. Ji ber vê yekê weke her meh em dîsa bang dikin; em li dijî bêhiqûqiyan denge xwe bilindtir bikin û ji bo welatekî demokratîktir û mirov bikare lê bijî û ji bo medyayek û civakeke azad em qîr bikin.