ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA NÎSANÊ YA 2023'AN

ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA NÎSANÊ YA 2023'AN

NIRXANDIN

Tê xwestin ev welat bi kêmbûna azadiya çapemeniyê, mafê girtina nûçeyan, azadiya ramanê veguhere çolekê. Ne tenê di raporên me de di gelek raporên saziyên pîşeya çapemeniyê yên navneteweyî de jî tê gotin meseleya azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê mixabin gihaştiye asta naveneteweyî û her ku diçe kêm dibe. Rêya paşketina van astengiyana ew e ku binçavkirin, girtin, tundî û sansur bi dawî bibin û ji bo muxalefeta civakî qad bên vekirin. Em dixwazin qarneyê çapemeniyê yê vî welatî bi azadî û heqên bi nirx bipîvin ne bi daneyên hejmarî. Me meha nîsanê jî wekî mehê din bi zext û zordestiyan derbas kir. Ne tenê rojnamegerên li derve yên di girtîgehan de jî li dijî zextan mecbûr dimînin li berxwe bidin."

Rojnameger Neşe Toprak a girtî bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li ser laçikekê wêneyê Jîna Emînî xêz kir û xwest ji JINNEWS'ê re bişîne lê belê ev bi hinceta "talûke ye" hat desteserkirin. Derbarê Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahinli de bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal, çalakiyên pênc sal berê bi sûcê "Propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin. Şopandina dozê ya rojnamegeran ji aliyê mubaşir ve hat astengkirin.

Rojnameger Serdar Akinan dema hat binçavkirin di çend saetên di nava rojê de malbat û parêzerên wî nikaribûn agahiyê jê bigirin. Piştre emniyetê binçavkirina Serdar piştrast kir û di saetên dereng ên şev de hat berdan.

Di 25'ê Nîsanê de bi çarçoveya navenda wê Amed Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, Nûçegîhanên ajansê  Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê ya bi kurdî, rojnameger Mehmet Yalçin, Salih Keleş, Mikail Barut û Remzi Akkaya hatin binçavkirin. Dîsa rojnameger Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç, Abdurrahman Gok, Mikail Barut û Remzi Akkaya bi sûcê 'endamtiya rêxistinê' sewqî dadgehê hatin kirin û di dosyaya tenê beyanên şahidekî esas hat girtin de bi 'gumana mezin a sûc' hatin girtin.

Di 29'ê Nîsanê de Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û gelek kes bi operasyona li Enqereyê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê rojnamegeran bertek nîşan dan. Lê belê rojnameger Pinar Gayip, Zeynep Kuray, Eylem Nazlier, Serpil Unal, Esra Soybir û Yadigar Aygun hatin binçavkirin. Ne bi girtin û binçavkirina rojnamegeran, ne bi desteserkirina ekîpmanan, wê nikaribin rojnamegeran asteng bikin. Şert çi dibin bila bibin em ê mafên parastina azadiya ramanê, mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin. Em ê li paş nesekinin."

Hûrguliyên rapora meha nîsanê wiha ye:

1-)Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran

Rojnamegerên bi êrişî rû bi rû man:4

Rojnamegerên bi ser malên wan de hatin girtin:13

Rojnamegerên hatin binçavkirin:27

Rojnamegerên hatin girtin:5

Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man:2

Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 2

Rojnamegerên di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin:10

Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 1

2-)Binpêkirina mafên azadiya ramanê ya li dijî rojnamegeran

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin:6

Rojnamegerên hatin cezakirin  

Hejmar: 2

Cezayê girtîgehê:3 sal, 4 meh û 17 roj

Rojnamegerên darizandina wan didomin            

Hejmara dosyayê: 27  Hejmara kesan: 34

Hejmara Rojnamegerên Girtî (ji 1'ê Gulana 2023'yan heta niha): 86

3-) Sansur û astengiya li dijî saziyên medya-çapemeniyê

Cezayên RTUK'ê (Ji bo 4 qenalên cuda 3 cezayên pereyan ên îdarî hatin birîn)

Hejmara cezayê sekinandina bernameyan:4

4-)Astenkirina Mecrayên Dîjîtal-Înternetê

Sîteyên înternetê yên hatin girtin:1

Nûçeyên hatin astengkirin: 88

Naverokên Medyaya Dîjîtal ên hatin astengkirin:30