ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA TÎRMEHÊ YA 2023'AN

ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA TÎRMEHÊ YA 2023'AN

NIRXANDIN

Li Tirkiyeyê di meha gulanê de 2 hilbijartinên girîng pêk hatin. Her çiqas weke partî û zihniyet desthilata li welat neguherîbe jî hema bibêje hemû endamên hikumetên hatin guhertin. Lê tenê endamên desthilatê hatin guhertin, polîtîklayên beriya hilbijartinê bi heman rengî tên domandin û heta niha tu guhertinê xwe nedaye der. Weke her carê jî piştî hilbijartinê zextên li ser çapameniyê roj bi roj girantir bûn û rojnameger ketin hedefa endamên desthilatê û daraza di bin kontrola wê de. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê ne rojnameger dikarin bi awayekî azad karê xwe bikin û ne jî dikarin fikr û ramanên xwe yên der barê bûyerên ku li welat diqewimin de parve bikin.

Li welat ne tenê enflasyona aborî di heman demê de enflasyona zilmê jî heye; her rojên şemiyê li Stenbolê li ber çavê civakê zilmeke mezin li dayik û mirovên Şemiyê ku doza xizmên xwe yên bi destê dewletê hatine windakirin dikin tê kirin. Her wiha di rojên dawîn de weke ku ev zilma li mirovan ne bes be ji bo rantê hem li Kurdistanê hem jî li Ege, Çûkûrovayê zilmê li xwezayê jî dikin. Ji ber dijderketina vê zilmê êrîşî xwezaparêz, siyasetmedar û rojnamegerên ku vê dişopînin dikin û dixwazin a di hiş û mêjiyê xwe de bibin serî.

Di van rojên ku ji ber krîza aboriyê herkes ketiye etriya gepek nan û qurtek av, desthilat jî ketiya etriya ku çawa rojnamegeran bêdeng bike û nehêle gilî û gazinên millete yên li dijî wê bên bihîstin. Di vê çarçoveyê de herî dawî navenda wê Amedê li dijî rojnamegeran careke din operasyonek hat kişandin. Di vê operasyonê de polisan bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medysa dijîtal nûçeyeke der barê darazê de parve kirine bi ser malên rojnamegeran de girt û ew binçav kirin. Polîsan dema binçavkirinê destê rojnamegeran kelemce kir û bi armanca ku rojnamegeran çavtirsandî bike dîmenên vê yekê kişandin û parve kirin. Ji rojnamegeran nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan bi angaşta ku “peywirdarên cemaweriyê hedef nişan daye” hat girtin.

Tevî van hemû hewldanên desthilatê yên ji bo têkbirin û astengkirina rojnamegeriyê jî di meha tîrmehê de geşedanên ku em pê kêfxweş bibin jî qewimîn. Ew jî berdana hevserokê me Serdar Altan û 14 rojnamegeran bû. Piştî girtina xwe ya 13 mehan di 11 û 12’ê tîrmehê de 15’ê girtî bi giştî 18 rojnameger li Edliyeya Amedê derketin dadgehê û parastina sûcdariyên ku di şexsê wan de li rojnamegeriyê hatibû kirin, kirin. Di parastinên xwe de hevserokê me Serdar Altan û hempîşeyên xwe polîtîka û armanca desthilatê ya li dijî çapameniya azad teşhir kirin û hatin berdan. Her wiha beriya wan bi çend rojan Midura Jinnewsê Safiye Alagaş jî hatibû berdan.

Lê têvî yekê jî di serî de hevseroka me Dîcle Muftuoglû û gelek rojnameger hê jî girtî ne. Li gorî daneyên li ber destê me heta 1’ê tebaxê 60 rojnameger li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê girtî ne. Ev tablo jî rûyê rasteqîn ê desthilata ku tenê endamên wê hatine guhertin nîşan dide. Wisa diyar e ku wê qarneyê qabîneya nû yê çapameniyê wê ji qabîneyên beriya niha ne cudatir be. Weke komele ji bo ku ev rewşa li welat ji holê rabe kar û xebatên me yên rêxistinkirina rojnamegeran didomin. Herî dawî em bang li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê dikin ku li dijî zextên li ser rojnamegeran mil bidin hev da ku bikaribin li zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin.