NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A ROJNAMEGERAN A MEHA ADARÊ

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A ROJNAMEGERAN A MEHA ADARÊ

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A ROJNAMEGERAN A MEHA ADARÊ

Li Tirkiyeyê meha Adarê ya sala 2026an  ji bo çapemeniyê û azadiya ramanê bû pêvajoyeke ku fikar herî zêde bûn. Di vê pêvajoya ku li bendê bû gavên demokratîkbûnê bêne avêtin, dijberi vê yekê, binpêkirina mafan ên li dijî rojnamegeran her ku çû zêde bû. Ev jî nîşan dide ku azadiya çapemeniyê di bin zextên zagonî deye. Piştî di meha Sibatê de 6 rojnameger hatin girtin, di meha Adarê de jî 5 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 2 rojnameger ji ber nûçeyên xwe hatin girtin.

Di vê serdemê de, bandora guhertina zagonî ku di nava raya giştî de wekî “Zagona Dezenformasyon” tên zanîn, li ser xebatên rojnamegeriyê bêtir derdikevin pêş. Bi taybetî şolîtiya sucdariya “Belavkirina agahiyên şaş û xapînok”, li ser pratîka çêkirina nûçeyan a rojnamegeran bandoreke dûrxistinê çêdike.

Di 15’ê Adara 2026’an de rojnameger Bîlal Ozcan û di 21’ê Adara 2026’an de jî nûçegîhanê Rojnameya BîrGunê Îsmaîl Ari sûcdariyên mîna hev, hatin binçavkirin û hatin girtin. Ev nîşan dide ku ev guhertinên zagonî çawa dikevin pratîkê.

Di meha adarê de mijareke din ku derdikeve pêş jî, astengkirina rojnamegeran a li qadê ye. Rojnameger li qadê bi awayekî bi rêk û pêk tên astengkirin. Di pêvajoya doza Ekrem Îmamoglu ku raya giştî ji nêzîk ve dişopîne de, rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin hatin astengkirin. Dîsa rojnamegerên ku xwestin çalakiya di 19ê Adarê de li Saraçhaneyê bişopînin, rastî mudaxaleyan hatin. Ev nîşan dide ku mafê rojnamegeran ên xwegihandina agahiyê tê binpêkirin. Bi giştî di 5 çalakiyan de mafê rojnamegeran ê nûçeyan hatiye astengkirin. Ev nîşan dide ku ev ne îstîsna ye. Astengî û binpêkirina mafê agahiyê, bi rêk û pêk tê kirin.

Li aliyê din meşa “Ji Rojnamegeran re Azad” ku li dijî zextên li ser rojnamegeran, xwestin bê lidarxistin, hat astengkirin. Ev jî nîşan dide ku mafê îfadeyê û mafê kombûn û daxuyaniyê tê astengkirin. Ev ne tenê astengkirina mafê xebatên rojnamegeriyê ye. Di heman demê de binpêkirina parastina vî mafî ye jî.

Yek ji rojeva meha Adarê pîrozbahiyên Newrozê bû. Di vê çalakiyê de jî azadiya çapemeniyê hat astengkirin. Pîrozbahiyên ku bi tevlêbûnek gelek zêde pêk hatin de, gelek kes hatin binçavkirin. Saziyên çapemeniyê ku ev çalakî bi raya giştî re parve kirin, hesabên wan ên Medya Dijital hatin astengkirin. Hesabên X yê yên rojnameya Yenî Yaşam, Jinnews û Ajansa Welat hatin astengkirin. Dîsa hesabê medya dijîtal ê Ajansa Mezopotamya hat astengkirin. Di meha adarê de bi giştî 53 hesap û 75 naverokên nûçeyan hatin astengkirin. Ev rengê astengî û zextên li ser çapemeniyê nîşan didin.

Dîsa zextên darazê jî li ser rojnamegeran berdewam kir. Di meha Adarê de der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin. Li 5 rojnamegeran doz hate vekirin. Di vê mehê de 24 rojnameger hatin darizandin. Li aliyê din li 3 rojnamegeran bi giştî 9 sal û 1 mehek cezayê girtîgehê hatiye birîn. Ev jî nîşan dide ku darazê li dijî rojnamegeran wekî amûrê zextê bikar tînin.

Dema bi giştî bê nirxandin, di Adara 2026’an de, tê dîtin ku xebatên rojnamgeran bi awayekî cîdî hatiye astengkirin û mafê azadiya şopandina nûçeyan hatiye binpêkirin. Rojnameger rastî astengiyên fîzîkî hatine, hatine binçavkirin û girtin. Hesabên medya dijîtal hatine astengkirin. Bi piralî û bi rêk û pêk azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin.  Ev nîşan dide ku azadiya çapemeniyê û mafê darizandinê di qata neteweyî û navneteweyî de pir paş ketiye. Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihiştiye 31 kesan. Ev rewş û tabloya tundiya li ser çapemeniyê radixe ber çavan. 

KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ