NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A ROJNAMEGERAN A MEHA GULANÊ

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A ROJNAMEGERAN A MEHA GULANÊ

Di meha Gulanê de binpêkirinên mafan ên li ser rojnameger û saziyên çapemeniyê berdewam kirin. Rojnameger bi zextên piralî yên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, gef û astengkirina şopandina nûçeyan re rû bi rû man. Ji bilî destwerdanên li ser azadiya çapemenî û îfadeyê, astengiyên xwegihandinê yên li ser mecrayên înternetê jî berdewam kirin.

Di meha Gulanê de gelek rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine rasterast bûn hedef. Ji rojnamegerên ku hatin hedefgirtin, nûçegihana Rojnameya BîrGunê Sarya Toprak, ji ber nûçeya xwe ya derbarê gumanbar Ûgûrcan Açikgoz ê ku di çarçoveya dosyaya Gulistan Dokûyê de hatibû binçavkirin, ji hêla rojnameya Akîtê ve hedef hate nîşandan. Girtina Xwediya Îmtîyazê ya Aydinpostê Yelîz Ayaz a li Aydinê ji ber nûçeyeke hatibû weşandin, careke din nîşan da ku qanûna dezenformasyonê li ser rojnamegeran veguheriye amûreke zextê.

Di meha Gulanê de rojnamegerek û organeke weşanê rastî êrîşê hatin. Herî kêm 2 rojnameger hedef hatin nîşandan. 5 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin. Gef li 3 rojnamevanan hate xwarin. Herî kêm 6 rojnamegerên ku nûçe dişopandin hatin astengkirin. 3 ji van astengkirinan di dema bûyerên li qadê de pêk hatin.

Di doza Hakan Tosûn de ku di nav dozên civakî de cih digire, di danişîna rêveberê Weqfa Xizmeta Quranê Ayhan Şenguler ê ku bi sûcdariya êrîşa zayendî ya li ser Hîfa Îkra Şenguler dihat darizandin de rojnameger negirtin eywana danişînê û rojnamegerên ku serdegirtina polîsan a li ser Navenda Giştî ya CHPê şopandin rastî tacîza devkî hatin. Ev yek weke mudaxileyên li hemberî mafê agahî negirtina gel hatin qeydkirin.

Ji ber çalakiyên rojnamegeriyê derbarê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Derbarê rojnamegerekê de dozeke nû hat vekirin, heta meha Gulanê darizandina 28 rojnamegeran a di 18 dosyayên cuda de berdewam kir. Ji rojnamevan Reyhan Hacioglû re 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn, her wiha ji bo du rojnamevanan jî cezayê pereyan hat birîn. Ji aliyê din ve, heta dîroka 3yê Heziran 2026an hejmara rojnamegerên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin wekî 27 hat qeydkirin.

Şert û mercên xebatê yên neewle yên di sektora medyayê de berdewam dikin, di meha Gulanê de herî kêm 4 rojnameger ji kar hatin derxistin. Berteka rojnamevanên ku di Halk TVyê de dixebitin a li dijî mercên xebatê û têgihîştina rêveberiyê ku bi îstifayan bi dawî bû, bû yek ji rojevên balkêş ên ked û azadiya çapemeniyê ya mehê.

Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), di meha Gulanê de ji bo 8 weşanên cuda biryara cezayê da. Cezayên ku ji hêla RTUKê ve hatin bicihanîn, careke din nîşan da ku zextên îdarî yên li ser saziyên weşanê berdewam dikin.

Pêkanînên sansûrê yên di qada medya dîjîtal de di meha Gulanê de jî berdewam kirin. Herî kêm malpereke înternetê ji xwegihandinê re hat girtin. Ji bo 9 naverokên nûçeyan biryara astengkirina xwegihandinê hat dayîn. Ji bilî vê, ji bo 193 naverokên medyaya civakî biryara astengkirina xwegihandinê an jî derxistina ji naverokê hat dayîn. Girtina hesabên Xyê yên Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê yên bi Tirkî û Kurdî careke din nîşan da ku destwerdanên desthilatê yên li ser çapemeniya azad sîstematîk bûye.

Wekî ku em di her fersendê de destnîşan dikin, nêzîkatiya li hemberî çapemeniya azad, di heman demê de nêzîkatiya li hemberî demokrasiyê ye. Em pêkanînên sansûrê yên di qada medya dîjîtal de wekî nîşaneya israra desthilatê ya di polîtîkayên antîdemokratîk de dinirxînin û qebûl nakin.

Di meha Gulanê de binpêkirinên mafan ên li ser rojnamegeran; bi awayê binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, gef, sansûr û astengiyên xwegihandinê berdewam kirin. Krîmînalîzekirina çalakiyên rojnamegeriyê, astengkirina şopandina nûçeyan û pêkanînên sansûrê yên di qada dîjîtal de nîşan didin ku zexta li ser azadiya çapemenî û îfadeyê berdewam dike. Xwedîbûna rojnamegeran a ji şert û mercên xebatê yên ewle re, misogerkirina azadiya raman û îfadeyê û dawîanîna li polîtîkayên necezakirinê di nav hewcedariyên bingehîn ên civakeke demokratîk de cih digirin.