
Di meha Hezîranê ya ku me li pey xwe hişt de rojnameger, bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû man ku azadiya raman û çapemeniyê dikirin hedef. Rojnameger di seranserê mehê de; Ji bilî binçavkirin, girtin, lêpirsîn û darizandinê, rastî êrîşên fîzîkî, gefan, astengkirina nûçeyan û mudaxeleyên cûda yên li dijî xebatên wan ên pîşeyî hatin. Bi rêya mueyîdeyên îdarî, cezayên ji aliyê RTUKê ve hatine birîn û pêkanînên sansura dîjîtal zext li saziyên çapemenî û medyayê hatin kirin. Van hemû binpêkirinan, di meha Hezîranê de jî derxist holê ku çalakiyên rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk tên sînordarkirin û zexta li ser azadiya çapemeniyê didome.
Di meha Hezîranê de herî kêm 10 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin. Girtinên di nava mehê de careke din nîşan da ku xebatên rojnamegeriyê û azadiya ramanê bi rêya pêvajoyên dadwerî tên çewisandin. Gerînendeyê Giştî yê Weşana KAOS GLyê Yildiz Tar ku bi xebatên xwe yên di qada LGBTÎ+ de tê naskirin, piştî bi serdegirtina polîsan a li ser mala wî hat binçavkirin û hat girtin. Nûçegihana Evrenselê Doga Başkan jî, ji ber nûçeyeke ku bi şaşîtî hatibû weşandin û di demeke kurt de ji weşanê hatibû rakirin, dema ji bo îfadedayînê çûbû edliyeyê hat girtin.
Meha Hezîranê, li Tirkiyeyê bû serdemeke ku geşedanên siyasî û civakî bi giranî hatin jiyîn. Çalakiyên salvegera Berxwedana Geziyê, nîqaşên siyasî yên girêdayî CHPê û çalakiyên mamosteyên di greva birçîbûnê de di nav sernavên rojevê yên derketin pêş ên li seranserê mehê de cih girtin. Rojnamegerên ku ji bo ragihandina van pêşveçûnan ji raya giştî re dixebitin di dema nûçeyên xwe de rastî êrîşên devkî û fîzîkî, binçavkirin û hedefgirtinê hatin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol jî, di dema destwerdana polîsan a li ser rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku ji bo bîranîna Ethem Sarisuluk ê di dema Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû hatibûn bal hev, hat derbkirin û binçavkirin. Bîngol, paşê ligel malbata xwe ji aliyê Akit û Ensonhaberê ve hat hedefnîşandan. Di weşanên navborî de 15 çalakî û bernameyên ku Bîngolê di sala 2026an de şopandine, tevî ku xebatên rojnamevaniyê bûn jî, wekî "qeydên sûc" hatin pêşkêşkirin. Ev rewş, careke din nîşan da ku rojnamegerî li Tirkiyeyê ji aliyê navendên şerê taybet ê qirêj ve tê krîmînalîzekirin.
Di nava mehê de rojnamegerek rastî êrîşa fîzîkî hat, 2 saziyên çapemenî-weşanê bûn armanca êrîşê. Herî kêm 3 rojnameger bi rêya weşan û daxuyaniyên cuda hatin hedef nîşandan. Li gel vê, gef li rojnamegerekê hat xwarin, 4 rojnameger di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin.
Mekanîzmaya darazê jî, wekî yek ji amûrên girîng ên zexta li ser rojnamegeran berdewam kir. Di nava mehê de li dijî 9 rojnamegeran lêpirsîn, li dijî 2 rojnamegeran jî doz hat vekirin. Di encama darizandinan de li 2 rojnamegeran bi giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Di dawiya meha Hezîranê de darizandina 36 rojnamegeran di 22 dosyayên cuda de berdewam dike, ji dîroka 3yê Tîrmeha 2026an pê ve di girtîgehên Tirkiyeyê de herî kêm 28 rojnameger hene.
Binpêkirina li dijî mafên aborî û pîşeyî yên rojnamegeran jî berdewam kir. Di meha Hezîranê de rojnamegerek ji kar hat derxistin, kartê çapemeniyê yê rojnamegerekî hat betalkirin û 19 rojnameger rastî astengiya akredîtasyonê hatin. Ev pêkanîn, di pêşiya pîşeya rojnamegeran de astengiyên cidî avakirin ku bi awayekî azad karê xwe bikin.
Mueyîdeyên îdarî yên li dijî saziyên çapemenî û medyayê jî dewam kir. RTUKê 9 weşanên cuda qedexe kirin. Di vê çarçoveyê de li 7 saziyên weşanê cezayê pereyan hat birîn, cezayê îdarî li 2 saziyên weşanê hate birîn.
Pêkanînên sansûrê yên di qada dîjîtal de di meha Hezîranê de jî bi awayekî zêde berdewam kir. 20 malperên înternetê hatin astengkirin an jî hatin girtin, ji bo 43 naverokên nûçeyan biryara astengkirina xwegihandinê hatin dayîn û derbarê 126 parvekirinên medyaya civakî de biryara astengkirina xwegihandinê hat girtin. Bi vî rengî ne tenê mafê xebatê yê rojnamegeran, di heman demê de mafê wergirtina nûçeyan û gihîştina agahiyan a civakê jî bi awayekî cidî hat binpêkirin.
Daneyên Hezîrana 2026an derxist holê ku zextên li ser rojnamegeran tenê bi binçavkirin û girtinan sînordar namîne; bi rêya pêvajoyên darazê, mueyîdeyên aborî, sepanên sansûrê û astengiyên gihandina dîjîtal bi awayekî piralî tê meşandin. Tabloya ku derketiye holê nîşan dide ku kêmbûna di qada azadiya çapemenî û ramanê de berdewam dike û hewl tê dayîn ku xebatên rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk bên tepisandin.
Di meha Hezîranê de yek ji ferdên civaka çapemeniyê rojnameger Bayram Balci ku nêzî heft sal bûn ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, di 22yê Hezîranê de li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da. Balci yê ku 35 salên jiyana xwe diyarî têkoşîna çapemeniya azad kiribû, di gelek çalakî û bernameyên ji bo azadiya çapemenî û ramanê hatin meşandin de cih girt; ji ber xebatên xwe yên pîşeyî gelek caran hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin. Em Bayram Balci yê ku bi têkoşîna xwe ya bêtawîz a li ser pîvanên rojnamegeriyê di bîranînan de cih girtiye, bi rêzgirtin û hesret bi bîr tînin.
KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FÎRATÊ (DFG)