NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA NÎSANÊ

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA NÎSANÊ

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA NÎSANÊ

Daneyên meha Nisanê 2026an nîşan didin ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin. Zextên li ser mafê jiyanê, ewlehî, azadiya îfadeyê û xebatên pîşeyî yên rojnamegeran, di vê mehê de jî tabloyek giran derxistiye holê.

Di çarçoveya binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiyê de; 2 organên weşanê bi êrîş an jî astengiyan re rû bi rû man, bi ser mala 3 rojnamegeran de hate girtin, 3 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hate girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta der barê bûyereke li dibistaneke Sêwreg a Rihayê de “agahiyên xapînok” li ser medyaya dîjîtal parvekirine, rojnameger Mehmet Yetîm hate girtin. Girtina Mehmet Yetîm, nîşan dide ku “Qanûna Dezenformasyonê” ji bo rojnamegeran xetereyeke çiqas mezin e.

Her wiha, mûameleya xerab li rojnamegerekî hate kirin, gef li rojnamegerekî hate xwarin û şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hate astengkirin. Di girtîgehan de herî kêm binpêkirina mafê rojnamegerekî hatiye tespîtkirin. Ev dane nîşan didin ku rojnameger ne tenê di qadên cemaweriyê de, di qadên jiyana xwe ya taybet de jî di bin zextê de ne.

Binpêkirinên di warê azadiya raman û îfadeyê de di asteke balkêş de ne. Di meha Nisanê de, derbarê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, derbarê 4 rojnamegeran de doz hate vekirin. Li 10 rojnamegeran bi giştî 17 sal 8 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Her wiha di 35 dosyayan de darizandina 35 dosyayan berdewam dike.  Heta 3yê Gulana 2026an hejmara rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê 31 e. Ev tablo nîşan dide ku xebatên rojnamegeriyê di bin zexta darazê de tên domandin û pratîka cezakirinê çiqas zêde bûye.

Di qada mafên aborî û civakî de di meha Nisanê de bûyereke ji kar derxistinê nehatiye qeydkirin. Lê belê ev rewş nayê wê wateyê ku pirsgirêkên binyadî û bêewlehiya di sektorê de ji holê rabûne.

Pêkanînên astengkirin û sansurê yên li ser sazî û organên medyayê berdewam kirin. Ji aliyê RTUKê ve der barê 13 weşanan de ceza hatin birîn, bernameyek hate rawestandin û bi rêjeyên cuda cezayên pereyan li qenalan hatin birîn. Ev cezakirin nîşan didin ku di qada weşanê de jî zexta îdarî didome.

Di qada înternet û medyaya dîjîtal de xwe gihandina 29 nûçeyan û 18 naverokên medyaya civakî hate astengkirin. Her çend malpereke înternetê bi temamî nehatibe girtin jî, tê fêmkirin ku sansura li ser bingeha naverokê bi awayekî berfireh berdewam dike.

Bi giştî, daneyên Nisanê 2026an radixin ber çavan ku rojnameger di warê ewlehiya fizîkî û xebatên pîşeyî de di bin rîskên mezin de ne.

3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li dijî zext, darizandin, girtin û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser rojnamegerên ku têkoşîna heqîqetê dimeşînin, bangeke bîranîn û berxwedanê ye. Azadiya çapemeniyê ji bo rojnamegeran ne tenê mafekî pîşeyî ye, di heman demê de beşeke bingehîn a têkoşîna gel a ji bo gihiştina heqîqetê ye.

Ji ber vê yekê; wekî roja rojnamegerên ku bedel dane, hatine xwestin werin bêdengkirin lê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedane, bi wate ye.

Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nikare were bêdengkirin.

KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ (DFG)