NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN A MEHA AVRÊLÊ YA LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN A MEHA AVRÊLÊ YA LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

NIRXANDIN

Em careke din 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê di hawirdoreke zextên li ser rojnamegeran de pêşwazî dikin. Ji astengiyên di dema şopandina nûçeyan de heta sansurê, ji rojnamegerên ji ber nûçeyê tên darizandin heta rojnamegerên di operasyonên danê sibê de hatin girtin, xeleka zextan zêde dibe. Li gorî rêza Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ya "Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê" Tirkiye di kategoriya "xeternak" de cih girt. Tirkiyeyê di nav 180 welatan de di rêza 159an de cih girt. Tirkiyeya ku di sala 2024an de di rêza 158an da cih girt, di sala 2025an da rêzekê daket. Li gor raporê, Tirkiye ji ber şert û mercên nebaş ên di asta neteweyî da dîsa daketiye û di kategoriya "pir xeternak" de maye.

Daneyên binpêkirinên mafên mirovan ên di çar mehên destpêkê yên sala 2025an de ên li dijî rojnamegeran vê raporê piştrast dikin. Li Tirkiyeyê di çar mehên destpêkê yên salê de 65 rojnameger hatin binçavkirin û 25 jî hatin girtin. Vê rewşa xeternak di meha Nîsanê de jî berdewam kir. Di meha Nîsanê de jî 8 rojnameger hatin binçavkirin û polîsan gef li rojnamegerekê xwarin.

Zexta darazê ya li ser rojnamegeran di meha Nîsanê de jî zêde bû. Rojnamegeran di meha Nîsanê de hema hema tevahiya roja xwe li korîdorên edliyeyê derbas kirin. 8 rojnameger ji ber şopandina çalakiya Saraçhaneyê, 12 rojnameger jî ji ber bîranîna rojnamegerên hatin qetilkirin hatin darizandin. Danişîna Necla Demîr Arvas û Welat Ekîn ên ku di heman demê de tên darizandin di meha Nîsanê de hat lidarxistin. Di danişînên ku 47 rojnameger hatin darizandin de li 6 rojnamegeran bi giştî 9 sal û 6 meh û 4 roj ceza hat birîn. Derbarê 5 rojnamegeran de lêpirsînên nû hatin destpêkirin, lêpirsînên ku derbarê 13 rojnamegeran de berdewam dikin veguherîn dozê. 36 rojnameger hêj di girtîgehê de ne.

Pêwîst e ji doza rojnamevanê swêdî Joakim Medîn re, ku yek ji darizandinên ku hatine kirin, kevaneke cuda vekin. 11 meh û 20 roj cezayê ku ji ber nûçeyên çêkirin û bi hinceta parvekirinên wî li Medîn hatiye birîn, darbeyeke darazê ye ku armanca wê li Tirkiyeyê tunekirina azadiya çapemeniyê ye. Em vî cezayî qebûl nakin û dixwazin Medîn demildest were berdan.

Di meha Nîsanê de, sansûr bênavber berdewam kir û mixabin Bluesky jî beşdarî hevkarîya sansurê ya ku ji hêla Xyê ve  tê kirin, bû. Di meha Nîsanê de 172 hesabên medyaya dîjîtal ji xwegihandinê re hatin girtin û 4 sîteyên înternetê jî hatin astengkirin.

Di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de em careke din vê daxwaza xwe dubare dikin; Divê hemû hevalên me yên girtî bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e darizandina wê sûc e! Bêyî çapemeniya azad behsa civakeke azad û demokratîk nikare bê kirin.