
RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A LI DIJÎ ROJNAMEGERAN A TEBAXA 2026’AN
Li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran di meha Tebaxê de jî bênavber berdewam kir. Rojnameger ji ber parvekirinên xwe yên medya dijîtal, nûçeyên ku çêkirine û xebatên rojnamegeriyê hatin binçavkirin, der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin, hatin darizandin û hinek ji wan hatin girtin.
Di Tebaxê de xebatkarên Rojnameya Aydin Denge jî di navde 4 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnamegerek hate girtin, der barê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin û ji 2 dosyayan 4 rojnameger hatin darizand.
Bi taybetî binçavkirina nûnerê Rojnameya Aydin Denge ku ji ber hesta wefayê li ser medya dijîtal parvekirin kir, nûçegîhanê wê hatin binçavkirin. Ev bû sedem ku xebatên rojnamegeriyê bên lêpirsînkirin. Rojnamegerên hatin binçavkirin, Rojnameger Îrem Delice jî bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan. Lê li ser îtiraza dozger, dîsa hat binçavkirin û girtin.
Di meha tebaxê de li nûçe û parvekirinên medya dijîtal ên rojnamegeran jî lêpirsîn hat vekirin. Der barê Nûçegîhanê Îlke TV Zilan Azad de ji ber roportaja ku kiribû, der barê Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok de ji ber beşdarî bernameyekê bû, lêpirsîn hatin vekirin. Der barê Rojnameger Can Bursali ji ber nûçe û parvekirinên medya dijital bi şertê kontol hat berdan. Der barê Burhan Can Terzî de jî, ji ber nûçeyên sporê ku çêkiribû lêpirsîn hat vekirin. Seroka Cemîyeta Rojnamegerên Îzmirê Dilek Gappi ji ber têkildarî rojnamegeran daxuyanî da îfadeya wê hat girtin.
Piraniya zextên li ser azadiya çapemeniyê ji sansura dijîtal pêk tê. Di tebaxê de gelek hesabên medya dijîtal û nûçeyên li ser medya dijital hatin parvkirin, hatin astengkirin. Nûçeyên der barê Holdînga Zulfikarlaran, Nûçeyên der barê kuştina Rojin Kabaişê de, dosyayên lekolînê yên der barê Medipolê de bûn sedem ku hesabên wan ên medya dijîtal bêne astengkirin.
Bi taybetî ji ber nûçeyên kuştina Rojin Kabaişê der barê hesabên Rojnameger Oznur Deger û Salih Sertkal ên X yê astengî derketin. Hesabên X li Tirkiyeyê hatin qedexekirin.
Ragihandina hesabên X yên MedyaHaber, Ajansa Etkin Haberê û JINNEWSê hatin astengkirin. Hesabên Ajansa Mezopotamya, rojnameger Nasuh Bektaş û Firat Fistik ên X yê li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Hesabê înstegramê yê Nujin Medyayê hat astengkirin.Em dibînin ku di vê mehê de astengiyên li ser hesabê medya dijîtal ên çapemeniya azad berdewam kir. Hesabê You Tube yê JINNEWSê di vê mehê de bi temamî hate girtin.
Wekî Komeleya Dicle Firatê, em diyar dikin ku di meha tebaxê de jî binpêkirinên mafên rojnamegeran û ragihandina azad hatiye binpêkirin. Li vir mafê çêkirina nûçeyan a rojnamegeran û mafê agahî-girtina gel tê astengkirin. Mafê rojnamegeran hedef tê girtin.
Em dixwazin zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran bi dawî bibe. Em dixwazin ku rojnameger karibin di şertê azad û bi fikreke azad rojnamegeriyê bikin û mafê wan ê azadiya ramanê û azadiya çêkirina nûçeyan bi zagonan bê mîsogerkirin. Em dixwazin binçavkirin, girtin û darizandina rojnamegeran bi dawî bebe. Her wiha em dixwazin astengiyên li ser medya dijîtal bi dawî bibin.
KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FÎRATÊ (DFG)