
Meha Îlonê, li Tirkiyeyê ji aliyê azadiya çapemenî û îfadeyê ve bû meheke ku astengkirina xwegihandinê lê zêde bû û çarçoveya wê bi rengekî berbiçav fireh bû. Daneyên xebata me ya çavdêriyê ya mehane nîşan didin ku astengkirina xwegihandinê ji mudaxeleyeke tenê li ser naverokên nûçeyan derketiye; veguheriye mekanîzmayeke berfireh a sansurê ku ji hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevanan heta saziyên nûçeyan, ji rêxistinên pîşeyî heta saziyên civaka sivîl û gelek aktorên ku tev li nîqaşa giştî dibin li xwe digire.
Ji rojên destpêkê yên mehê ve hesabên medyaya civakî yên rojnameger û saziyên medyayê hatin astengkirin. Li gorî daneyên meha Îlonê, di qada înternet û medyaya dîjîtal de rê li ber xwegihandina 3 hezar û 492 naverokên medyaya dîjîtal hate girtin. Li gel vê xwegihandina 15 nûçeyan hate astengkirin û 4 malperên înternetê hatin girtin.
Di meha Îlonê de hesab an jî malperên saziyên medyayê yên mîna JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê, Ajansa Welat, Evrensel, Kisa Dalga û T24 bi astengiyên xwegihandinê û mudaxeleya platforman re rû bi rû man. Li gel vê yekê, gelek hesabên şexsî yên Xyê yên rojnamegeran bi hincetên wekî “ewlehiya neteweyî û parastina aramiya cemaweriyê” li Tirkiyeyê hatin girtin.
Bi taybetî serdema di navbera 24 û 30î Îlonê de ji aliyê zêdebûna astengiyan ve balê dikişîne. Di raporê de cih girt ku di 24ê Îlonê de herî kêm 250 hesabên Xyê hatine astengkirin; di 26ê Îlonê de 80 hesabên din ku saziyên çapemeniyê, rojnameger, akademîsyen û navên di qada aborî-fînansê de dixebitin di nav de ne, hatine astengkirin. Di 28ê Îlonê de herî kêm 55 hesabên Xyê hatin astengkirin, di 30î Îlonê de jî projeya EngelliWebê ya Komeleya Azadiya Îfadeyê tespît kir ku herî kêm 147 hesabên din ên Xyê ku der barê krîza fonê de parvekirin kirine, hatine astengkirin.
Ev zêdebûn nîşan dide ku astengkirina xwegihandinê bi mijar an nûçeyeke tenê ve sînordar nemaye. Di meha Îlonê de hesab û naverokên ku der barê kuştina Narîn Guran, krîza fonê, nûçeyên têkildarî kesên di nav raya giştî de tên nasîn, êrîşa li dibistaneke Manîsayê, mafên LGBTÎ+, geşedanên siyasî, geşedanên beriya Civîna Bilind a NATOyê û gelek bûyerên civakî de parvekirin kirine, bûn armanca astengkirinê. Di raporê de hate tomarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de 99 hesabên Xyê; piştî êrîşa li ser dibistana li Tûrgûtlûya Manîsayê jî 92 hesabên Xyê hatine astengkirin.
Di 18ê Îlonê de bi temamî rê li ber xwegihandina malpera Medya Radarê hate girtin, li ser îtîrazê ev biryar hate betalkirin. Di 30î Îlonê de jî ji bo malpera înternetê ya T24ê û hesabê wê yê Xyê yê bi milyonek û 900 hezar şopîner biryara girtinê hate dayîn.
Ev rewş nîşan dide ku êdî nabe astengkirina xwegihandinê tenê wekî amûreke ku belavbûna naverokekê sînordar dike were nirxandin. Astengkirina nûçeyekê, girtina hesabê rojnamegerekî, girtina hesabê medyaya dîjîtal ê saziyeke medyayê an jî girtina malpera nûçeyan bi temamî, her çend rêbazên cuda bin jî heman encamê diafirînin; rêyên gihîştina civakê ya bi nûçeyê re û gihandina nûçeya rojnamevan a ji civakê re tên tengkirin.
Aliyekî din ê girîng ê ku di daneyên meha Îlonê de balê dikişîne ew e ku astengkirina xwegihandinê tenê bi biryarên îdarî û darazî yên li Tirkiyeyê ve sînordar nemaye. Piştî biryarên têkildar, gelek hesab ji aliyê Xyê ve li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Instagramê jî hesabê Tirkî yê Ajansa Mezopotamyayê bi hinceta "qaîdeyên civakê" girtiye; rê nedaye îtîraz û daxwaza ji nû ve nirxandinê. Hesabê Tirkî yê Instagramê yê JINNEWSê jî bi heman awayî hate rawestandin. Her wiha hesabê Instagramê yê Ajansa Welat yê bi navê ‘ajansawelat1’ ku bi du zaraveyên Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî) parvekirinan dikir, ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) ve hat astengkirin.
Daneyên meha Îlonê nîşan didin ku hincetên ji bo astengkirinê tên bikaranîn jî di çarçoveyeke gelekî berfireh de cih digirin. Naverok û hesabên medyayê bi hincetên cuda yên wekî "ewlehiya neteweyî û parastina aramiya giştî", "dezenformasyon", "provakasyon", "aramiya civakî", "rêgirtina li ber pêkanîna sûc", "nepeniya jiyana taybet", "mafên kesayetiyê" û "qaîdeyên civakê" hatin girtin.
Daneyên Îlona 2026'an nîşan didin ku li Tirkiyeyê astengkirina xwegihandinê di qada azadiya çapemeniyê de veguheriye amûreke sereke ya zextê. Pêkanînên ku ji hesabên şexsî yên rojnamevanan heta malperên saziyên nûçeyan, ji hesabên medyaya dîjîtal heta hin naverokên nûçeyan dirêj dibin, rasterast bandorê li ser mafê nûçegirtinê yê civakê dikin.
Wekî DFG em destnîşan dikin: Astengkirina qada ku rojnamegerek nûçeya xwe lê diweşîne, ne tenê mudaxeleya li ser azadiya îfadeyê ya rojnamegeran e, di heman demê de mudaxeleya li ser mafê agahdarkirina civakê ye jî. Bi taybetî astengkirina komî ya hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamegeran, girtina hesabên saziyên nûçeyan û bi temamî girtina malperên nûçeyan divê ji aliyê azadiya çapemeniyê ve wekî sernavekî cuda yê çavdêriyê bêne destgirtin.
Di Îlona 2026an de zextên li ser rojnamevanan tenê bi astengkirina naverokên nûçeyan ve sînordar neman; veguherîn şêwazekî mudaxeleyê yê pirqatî ku bi binçavkirin, girtin, geflêxwarin, astengkirina di dema şopandina nûçeyan de û girtina hesabên medyaya dîjîtal hevûdu temam dikin.
Di meha Îlonê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û 8 rojnameger hatin girtin. Bi ser mala 4 rojnamegeran de hate girtin, gef li 3 rojnamegeran hate xwarin, di 5 bûyeran de rê li ber şopandina nûçeyan a rojnamegeran hate girtin û mudaxileya nebaş li 2 rojnamegeran hate kirin. Di heman serdemê de di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de der barê 2 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin, der barê 10 rojnamegeran de jî doz hate vekirin. Di 25 dosyayên ku darizandina wan didome de 80 rojnameger hene. Heta 4ê Cotmeha 2026an hejmara rojnamegerên girtî 29 e.
Di meha Îlonê de beşeke girîng a mudaxaleyên li dijî rojnamegeran, rasterast li ser nûçeyên wan an jî parvekirinên wan ên medyaya dîjîtal pêk hat. Rojnameger Oya Lale Arslan bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal û weşanên YouTubeyê hate binçavkirin û girtin. Rojnamevan Selahattîn Gunday ji ber dîmenên ku di çarçoveya lêpirsîna Kaşîf Kozînoglû de kiribû nûçe hate girtin, piştre der barê wî de biryara duyem a girtinê hate dayîn. Rojnamevan Tuğba Tekerek ji ber nûçeya ku ji Kaos GL'yê re amade kiribû hate girtin; Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Bolû Gundemê Huseyîn Aykan jî ji ber nûçeyeke ku weşandibû hate girtin.
Di meha Îlonê de mudaxileyên ku rojnameger di dema şopandina nûçeyan de rû bi rû man jî gihişt asteke berbiçav. Di meha Îlonê de di 5 bûyeran de rê li ber şopandina nûçeyan a rojnamegeran hate girtin, gef li 3 rojnamegeran hate xwarin û mudaxileya nebaş li 2 rojnamegeran hate kirin.
Yek ji êrîşên ku rojnameger pê re rû bi rû man jî bendên darazê bûn. Di meha Îlonê de der barê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, lêpirsîna 10 rojnamegeran jî veguherî dozê. Di dema ku darizandina 80 rojnamegeran di 25 dosyayan de berdewam dikir, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Nûçegihana ETHAyê Zuleyha Muldur hate birîn.