ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA ÇILE YA 2024'AN

ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA ÇILE YA 2024'AN

NIRXANDIN

Sala 2023’yan li gel pîşeya rojnamegeriyê li dijî saziyên çapemeniyê bi zext û zoreke zêde derbas bû. Mixabin meha ewil a sala nû jî em bi heman tabloyê diqedînin. 

Di meha ewil a sala 2024’an ku civak ji aliyê azadiya fikir û raman bi bendewariyeke mezin pêşwazî kir de tiştên di qada çapemeniyê de hatin jiyîn, careke din nîşanî me da ku pêvajoya zextan mixabin berdewam dike. Di atmosfereke wiha de ku pîşeya rojnamevaniyê û xebatên çapemeniyê bi awayekî sîstematîk zext lê tê kirin, tabloya meha çileyê derketiye holê, careke din bû kurteya pêvajoyê. Di vê mehê de dîsa pîşeya rojnamevaniyê bi her awayî hedef hate girtin, qada çapemeniyê rastî zext û qedexeyan hat. Ji bilî rojnamegerên ku dema hewl didan karê xwe bikin rastî êriş, gef û zextan hatin girtin û binçavkirin jî tevahiya meha çileyê berdewam kirin. Tenê di nava mehekê de 2 rojnamevan hatin binçavkirin û 2 jî hatin girtin. Ev yek weke daneyên ku vê rastiyê careke din radixe pêş çavan hatin qeydkirin.

Weke tê zanîn Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû di danişîna xwe ya duyemîn a di 18’ê çileyê de hate lidarxistin de nehate berdan. Neberdana Muftuoglûyê ya ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin û ji aliyê dadgehê ve bi îdiayên pûç dîl tê girtin, ji cezakirinê derbas kiriye û veguheriye zilmê.

Bi heman awayî her çiqas di meha çile de 7 rojnamevan hatibin berdan jî, hê jî li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê 53 rojnamevan girtî ne. Li gel wê li dijî rojnamevanan lêpirsîn, doz û cezakarin qet kêm nabin. Ji bilî biryarên binçavkirin û girtinê yên li dijî hem pîşeyên me, binpêkirinên mafan, zext û qedexe di meha ewil a salê de ji rojevê neketin.

Bi taybetî li dijî rojnamegerên hewl didin li qadê nûçeyan bişopînin astengî û êrişan berdewam kir û gefên li wan hatin xwarin jî balkêş bûn. Ji rojnameger Medîne Mamedoglû re li ser hesaba wê ya dîjîtal medyayê, peyamên ku gef û heqaret di nava xwe de dihewandin hatin şandin. Her wiha li platforma medyaya dîjîtal X’yê bikarhênerekî bi navê ‘Jîtemcî’ wêneyê guleyê ji Altan Sancar re şand, dîsa nûçegihanê BîrGunê Îsmaîl Ari bû hedefa Terîqata Menzîlê. Ev tiştên qewimîn tenê çend mînakên zext û gefên ku li rojnamevanan hatine xwarin in.

Ji bilî van hûrgiliyan, di çarçoveya ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ku di cotmeha 2022’yan de kete meriyetê di meha çileyê de rojnamevan û nûçeyên ku çêkirin rastî sansur û qedexeyan hatin. Di meha dawî de li gelemperiyê Tirkiyeyê ji aliyê dadgehan ve derbarê nûçeyan de 11 caran biryara qedexeya weşanê hate dayîn. Ev yek nîşan dide ku “Qanûna Dezenformasyonê” hêj çawa dixebite. Bi heman awayî, gelek nûçe û parvekirinên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Ev yek weke daneyan di nava tespîtên me de cih girt.

Bi kurtasî, feraseta ku di tevahiya sala borî de hewl da pîşeyê rojnamegeriyê û qada çapemeniyê têxe bin destê xwe, di destpêka vê salê de serî li pêkanînên zext û qedexekeriyê da. Lê belê, tevî her tiştî jî em ji vê bawer in; Hempîşeyên me yên her roj tên hedefgirtin û heqaret li wan tê kirin, ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên binçavkirin û girtin û derbarê wan de lepirsîn tên destpêkirin û zext li wan tên kirin , nikarin ji mafê xwe yê nûçe çêkirinê bêpar bimînin. Bi heman awayî xebatên me yên ji civakê re rastiyan radigihînin bi sansur û qedexeyan nikarin bên astengkirin. Nayê qebûlkirin ku bi pêkanînên dezenformasyonê mafê civakê yên nûçe çêkirina rast ji destê wan were wergirtin. Em hêvî dikin ku dawî li van êrîşên sîstematîk ên li ser pîşeyê were. Ji ber ku rojnamevanî pîşeyeke bi rûmet e û her rojnamevanekî bi rûmet hewl dide rastiyê ji raya giştî re ragihîne da ku mafê gel ê wergirtina agahiyan biparêze. Bi astengkirina vê hewldanê re hûn ê negihijin tu derê. Ji ber vê yekê divê zextên li dijî rojnamevanan demildest bi dawî bibin û Hevseroka me ya girtî Dîcle Muftoglû û hemû  rojnamevanên girtî  werin berdan.