ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA HEZÎRANÊ YA 2023'AN

ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA HEZÎRANÊ YA 2023'AN

NIRXANDIN

Me hilbijartinên dîrokî di meha gulanê de li dû xwe hişt. Me her çiqas hilbijartin li dû xwe hiştibin jî lê belê bandorên wê ji meha hezîranê de me dît.Li cîhanê bi çavên guhertin, bêhngirtinekê li hilbijartinan tê nihêrtin. Lê belê ev rewş ji bo Tirkiyeyê ne wiha ye. Sozên her hukumetên nû her îktidarên nû yên ji bo pirsgirêkên welêt, aborî, jiyana civakî, ekolojiyê heye. Tiştê teşeyê dide siyasetê jî ev bi xwe ye. Lê mijara naxin rojevê, ya ajandaya wê tune ye çapemenî, azadiya ramanê ye. Berovajî vê yekê piştî her hilbijartinan di vê qadê de paşketin çêdibe. Ev jî nîşan dide ku azadiya ramanê, rojnamegerî di Tirkiyeyê de di rewşeke çawa de ye. Dema em li rewşa rojnamegerên di hundur de û yên li derve dinihêrin ev rewş bi awayekî eşkere xwe nîşan dide.

Soza îktidar û kabîneya piştî hilbijartinê hat avakirin a ji bo rojnamegeriya li welêt ji bo azadiya ramanê çi ye me nebihîst. Berovajî vê yekê ji ser medyaya dîjîtal zext û zordestiyekê dest pê kir. Binpêkirina mafên rojnamegerên girtî jî ev yek şopand. Şertên girtîgehê yek ji binpêkirina mafan e. Pirsgirêkên di girtîgehan de rojnameger pê rû bi rû dimînin her diçe zêde dibin.

Di meha hezîranê de jî tiştên ji mehên din ne cuda ye rû dan. Nûçegîhanên nûçe şopandin bi tundiyê rû bi rû man. Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sinan Aygul bi êrişekê rû bi rû ma. Ev mînakekek şênber e. Em bi rêya vê raporê vê êrişê dîsa şermezar dikin. Em ê di dema darizandinê de li gel hempîşeyên xwe bin. Tiştê ji bo me eas e rojnamegerî ye. Ya esas parastina heqîqetê ye.

Hejmara rojnamegerên li welêt girtîne ji dîroka 1'ê Tîrmeha 2023'yan heta niha 75 in. Ev ji bo pîşeya rojnamegeriyê cihê xemgîniyê ye. Ji bo ev rewş bi dawî bibe em ê bi hemû rêxistinên pîşeyî di nava piştevaniyê de bin û têkoşîna xwe bidomînin.

11'ê Tîrmehê ji bo pîşeya rojnamegeriyê ya vî welatî rojeke girîng e. Wê rûniştina ewil a 15 rojnamegerên ev salek û mehek e girtîne bê dîtin. Rojnamegerên ev ji salekê zêdetir e girtîne ji ber bi jêderkên nûçeyên xwe re hevdîtin kirine ji ber bername çêkirine hatine girtin. Em ji îddianameyê vê yekê fam dikin. Berdana hempîşeyên me ji bo rojnamegeriya vî welatî wê gaveke baş be.

NÎŞE: Daneyên di raporê de cih digirin ji Ajansa Mezopotamya, JinNews, Bianet, Evrensel û MLSA Turkey, expressioninterrupted.com, ifade.org.tr @engelliweb, freewebturkey û hin rojnameyên niştimanî û navneteweyî hatine wergirtin.

Daneyên di raporên tên parvekirin de dibe ku ne wekhev bin. Komaleya me di encama lêkolînê de ev hejmarên herî kêm derxistine. Dibe ku ev hejmar û dane zêdetir bin.

Hejmara “rojnamegerên hatine girtin” naye wê wateyê ku ew rojnameger hê di girtîgehê de ne, dibe ku piştî girtinê hatibin berdan jî.