ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA TEBAXÊ YA 2023'AN

ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA TEBAXÊ YA 2023'AN

2023 – MEHA TEBAXÊ

RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFÊ ROJNAMEVANAN

 

NIRXANDIN

Di vî serdema ku qîrîna hêviyên aştiyê geş dibe de çend heyf û mixabin li yekserê welat derbarê azadiya raman û çapameniyê de pirsgirêkên ciddî tên jiyîn. Daneyên rapora me ya binpêkirina mafên rojnamegeran ya meha Tebaxê hê zelaltir vê rewşê datîne ber çavan. Dema hêjmareke ewqas zêde rojnameger li welatek di girtîgehan de be ne pêkane di şert û mercên wisan de qala azadiya raman û çapameniyê bê kirin. Sed mixabin di van rewşên ku binpêkirina azadiya raman û çapameniyê her diçe aloztir û kurtir dibe de mirov hê bêhtir dibe xwdiyê fikar û gumanan.

Dema mirov li rapora me ya meha Tebaxê ya 2023’an mêze bike dê bibîne çiqas zêde rojnameger dema nûçeyê dişopînin rastî êrîşan tên. Car caran bi rengeke hov tên derbkirin, îşkence û kiryarên ne baş li wan tê kirin. Di nava meha Tebaxê de 3 rajnameger û nivîskar hatin girtin. Ji ber vê hejmara girtiyên li girtîgehê tên girtin derket 59’an. Berdevkê Giştiyê Hewildana 78’an Celaletîn Can di kampanyeya piştgiriyê ya ji bo rojek gerînendetiya rojnameya Ozgur Gundemê doz lê hatibû vekirin, di encamê de salek û sê meh ceza lê hatibûn birîn, wî girtin û kirin girtîgehê. Hêj Hevseroka Komaleya me Dîcle Muftuoglu û gelek rojnamegerên ku di sala 2023’an de hatine girtin jî di nav de gelek rojnameger di girtîgehan de girtîne. Wek pir car me got, di Tirkiyeya sedsala 21’an de girtîbûna ewqa rojnameger şermeke mezin e. Em bang dikin ku demildest tevahiya hevpîşeyên me serbest bên berdan.

Di meha Tebaxê de di derbarê gelek rojnamegeran de lipirsîn hate destpêkirin û doz li wan hat vekirin. Pir eşkereye ku hemu doz û lêpirsîn li ser sedemê waşangerî û rojnamegeriyê li rojnamegeran hetin vekirin. Em pir baş zanin ku desthilatdarî bi van kiryarên xwe hewl dide ku rojnamegeran bêzar bike û ji şopandina nûçeyê dur bixe.

Li dijî mafên civakî û aboriya rojnamegeran jî her diçe êriş berfire dibin. Wisa ku artêşeke mezin ya rojnamegerên betal hatiye avakirin. Pirtirê van rojnamegeran bi pergala zordest a afirandî mecbûrê xwe krine. Hin sazî û dezgeyên ku di bin baskê desthilatdariyê de ne, van rojnamegeran dixebitînin û bi keda wan aşa desthilatdariyê digerînin.  Çend rojnamegerên ku nerazîbûn nîşandinin jî bi piştgiriya pergalê demildest ji kar tên derxistin. Ev wek gefek li ser rojnamegeran tê girtin. Xebatkarên Sputnikê ku doza mafê xwe dikin hê jî di çalekiya girevê de ne. Em bang li van saziyên ku xwediyê van dek û dolaban in û desthiladrariya ku ji vê re tu deng nake dikin û dibêjin; destên xwe ji ser nanê rojnamegeran bikişînin!

Di rapora vê mehê de li gel piroblemên heyî yên rojnamegeran, sazî û dezgeyên rojnameger lê dixebitin jî ji ber agahî û nûçeyên çêdikin û diweşînin hem rastî pêkutiyên curbecur hatin û hem jî bi astengkirina xwe gihandina nûçeyê re rû bi rû man. Cezayên RTÜK li kanalên televîzyonan dibire êdî haleke rûtîn e. Hê em dibînin ku malperên înternetan tên girtin. Her wiha pir hêsan ji bo xwe gîhandina nûçeyê biryarên qedexeyê tê derxistin. Wisa ku ev nûçe bi kedeke mezin tên amadekirin û ji bo gel ji bihîstina rastiyê bêpar nemine hilberîneke pîroz e. Ev hewildan rasterast hişmendiya sansurê ye. Bi sonsurkirinê, rê li ber nivîsandina rojnamegeran tê girtin.

Heke em bi gelemperî mêzekin di meha Tebaxê de jî derbarê azadiya çapamenî û raman de rojnameger, sazî û dezgeyên rojnamegeriyê bi zexteke mezin bêzarkirin, sansur û bê nefes hiştinê re rû bi rûne. Em baş zanin armanca van zext û pêkutiyan ev e ku gel û agahiyên rast negihîjin hev. Bi vî wesîleyê  em careke din bang dikin; êdî dev ji van êriş û pêkutiyên xwe yên li ser rojnamgeran berdin. Hun baş zanibin ku qelemên azad bi zincirên we yên zengarî nayên kelepçekirin!